Hevşaredar û endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'yî hatin binçavkirin
Li navçeya Wan Qelqeliyê 15 kes hatin binçavirin, di nav wan de Hevşaredarê DBP'yî Şerafettîn Ozalp jî heye.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malan û Şaredar Şerafettîn Ozalp û endamên Meclîsa Şaredariyê binçav kirin û birin emniyetê.
Navên çend ji kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ne: Hevşaredar Şerafettîn Ozallp, endamên Meclîsa Şaredariyê Salîh Atay, Leyla Tosûn, Ferdî Eryaşar, Nevzat Ûlûsal, Raîf Basût û Fatîh Keleş.
LI ERZÎROM Û STENBOLÊ 6 KES HATIN GIRTIN
Li aliyê din, 6 kesên beriya du rojan li Erzîrom û Stenbolê hatin binçavkirin, hatin girtin. Kesên hatine girtin ev in: Yûnûs Seven, Mûrat Bulbul, Unal Guneş, Savaş Çîftçî û Ozcan Acar. Çayan Kahraman ê li Stenbolê hat binçavkirin hat girtin.