Şahidan gotin: Zîlan Kûrt ji bo ku xwe radest nake, xwe feda kir

Şahidên ku têkildarî serdegirtina çeteyên Qesrê ku duh li Wanê pêk anîn, gotin, Zîlan Kûrt ji şibakê bang kir û wiha got: ‘’Ez hevrêya Arîn Mîrkan, Zîlan im, ez xwe radestî we nakim.’’

Taxa ku serdegirtin lê çêbûyî ji hêla Wekîlê Serokê Wanê yê DBP’ê Metîn Kutaz, Hevserokê Bajêr yê HDP’ê Yakûp Ataş, wekîlên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Gewerî, Însîyatîva Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA’yê û rêxistinên navçeyê ve hatin ziyaretkirin.

Şahidên ku di dema ziyaretê de axivîn, gotin, Zîlan Kûrt wiha got: ‘’Ez hevrêya Arîn Mîrkan, Zîlan im, xwe radestî we nakim’’ û ji bo ku nekeve dest, xwe feda kir.

Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan got, vîna gelê Kurd wê dîl neyê girtin

...