Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê hatin veşartin

Şervanê YPG’ê Xidir El-Ehmed (Demhat Serkaniyê), Îsa El Îsa (Dilşêr Serêkaniyê) yên li Silûk û Şedadê jiyana xwe ji dest dan, li Şehîdgeha Rustem Cudî bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi sedan ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ji bo wergirtina cenazeyên şervanên YPG'ê Xidir El-Ehmed (Demhad Serekaniyê) ê roja 8’ê Tîrmehê li gundê Haco yê girêdayî bajarokê Silûkê û Îsa El-Îsa (Dilşêr Serekaniyê) ê 8’ê Tîrmehê de li gundê Mekmen ê Şedadê jiyana xwe ji destdaye), li pêşiya nexweşxaneya Roj a bajar kom bûn. Piştî ku cenazeyên herdu cangoriyan hatin wergirtin, bi karwaneke wesayitan bir goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê bajarê Dirbêsiyê.

Li goristanê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan şêniyên bajarê Dirbesiyê û Zirgan karwanê cenazeyan pêşwazî kirin. Piştî ku cenaze li ser cihê ku ji bo wan hatiye amadekirin, hatin danîn, şervanên YPJ/YPG’ê merasîmeke leşkerî, lidarxistin.

Di merasîmê de Hevseroka Konseya Karê Derve Sîham Qeryo axivî û ji malbatên şervanên YPG’ê re sersaxî xwest. Qeyro got, "Ji bo destketiyên Şoreşa Rojava biparêzin, hêzên YPG/YPJ, QSD, Sotoro û Senadîd bi qehremanî şer dikin û canê xwe feda dikin." Qeyro da zanîn ku wê şopdarê rêya têkoşeran bin.

Piştî axaftinan nasnameyên şervanan hatin xwendin, belgeyên şehîdan radestî malbatan hatin kirin.

Şervan bi tilîlî û dirûşman hatin veşartin.