Li Sêrtê 3 tax hatin dorpêçkirin

Piştî çalakiya bi roketan a duh bi şev li hemberî qereqola polîsan û leşkergeha li Sêrtê hat lidarxistin, 3 taxên bajêr hatin dorpêçkirin.

Li hemberî leşkergeha li Girê Şeyh Turkî ya li kolana Şeyh Suleyman a li taxa Sakaryayê û lih emberî navenad polîsan a li taxa Înonu, saet di 03:00 ê şevê çalakî hat lidarxistin. Piştî çalakiya destpêkê ya bi roketan hat kirin, vê carê bi çekên giran gule li her du nuqteyan hatin reşandin.

Li dû vê çalakiyê, heta serê sibê saet 10:00 jî car carna şer derket.

Besna Erzen (40) û kurê wê Yûsûf Erzen (10) ên di dema şer de li ser banê xaniyê xwe bûn, ji ber parçeyên şarapnelê bi sivikî birîndar bûn. Bİrîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Liv û tevgera leşkerî ya li nava bajêr dewam dike. Taxên Yenîmahalle, Ûlûs û Conkbayirê ahtine dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn kes bikeve nava taxan an jî jê derkevin.