Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin

Li Qoserê 3 kes bi hinceta “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

Li taxa Berçem ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 10'ê Tîrmehê de hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girt û 4 ciwan înfaz kirin. Piştî 4 ciwan hatin înfazkirin polîsên Tirk li Gundikê Qoriyê bi ser malan de girt û ciwanên bi navê Melîke Bozdemîr (17), Hasan û Huseyîn Bozdemîr yên birayê hev in û Ridvan Bozdemîr binçav kirin. 4 kesên hatin binçavkirin piştî 4 rojan li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê hatin rawestandin, sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Dozgeriyê jî piştî îfadeya 4 kesan girt, bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi heman îdîayê 3 kesên bi navê Hasan û Huseyîn Bozdemîr yên birayên hev in û Ridvan Bozdemîr girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

Melîke Bozdemîr jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.