Avesta: Heqîqeta PKK'ê ruhê Kemalan e

"14'ê Tîrmehê ji bo me tekoşînek û serbilindahiyeke mezin e, banga berxwedanê ye, banga pêngaveke nû ye. 14 Tîrmehê êdî ruhê tevahî gelên Kurdistanê ye."

Li Herêmên Parastînê yên Medyayê Kadroyên Pêşeng Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîcek hatin bibîranîn û bi munasebeta wê rojê civîn hat lidarxistin. Di wê civînê de Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta axîvî û nirxandinên gîrîng kirin. Avesta got, "14'ê Tîrmeh ji bo  me tekoşînek û serbilindahiyeke mezin e, banga berxwedanê ye, banga pêngaveke nû ye. 14 Tîrmehê êdî ruhê tevahî gelên Kurdistanê ye." 

'14 TÎRMEHÊ MÎLADEK E'

Avesta di destpêka axaftina xwe de di Şexsê Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçekan de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bibir anî û soza  bilindkirina têkoşîna wan da. Avesta, wiha bi axaftina xwe de çû: "14’ê Tîrmehê rojeke dîrokî ye. Hem di dîroka gelê Kurdistanê de hem jî di dîroka PKK’ê de 14’ê Tîrmehê mîladek e. Bingeha hemû pêşketinên îro ku di Kurdistanê de çêbûne ji bo  guhartin û nûbûna pêşketinên heremê  jî bû bingehekî esasî. Ji bo vê jî 14’ê Tîrmehê mirov weke rojekê ji rêzê, tenê şehadeta 4 hevalan û bîranîna wan fêhm nake. 14’ê Tîrmehê berxwedanek bû li hemberî hemû cûreyên desthilatdariyê, li hemberî  hemû zîhniyetên faşîzmê, xeta desthilatdar ya emperyalîst ya  modernîteye kapîtalîst; li dijî hemû zîhniyetên monarşîk, hiyerarşîk yên 12’ê Îlona 1980’an ku  li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku dest danîne ser hikim û tevahî îradeya gelan û xwestin biperçiqînin û binpê bikin. 12’ê Îlona 1980’an, bi gotina Rêbêr APO,' wekî firtoneyekê bi ser gelan de were' wisa vîna hemu hêzên zeyîf şikand. Faşîzma 12’ê Îlonê tenê aliyê dewleta Tirk ve nehatibû rêxistin kirin. Çalakiyêkê NATO’yê bû. Di serî da emperyalizma Amerîka hemû hêzên dinê pê ve girêdayî bi darbeyan xwestin civaka biperçiqînin û tine bikin. Berî wê jî Tirkiyê darbe hatibûn çêkirin. Înkilap hatibûn çêkirin. 12’ê Adarê înkilaba eskerî pêk hat. Wê demî şoreşgerê Tirkiyeyê hatin îdam kirin. Dîsa armanca  12’ê Îlonê ew bû ku  şoreşgertiyê tine bike, heçî muhalefeta li dijî deshilatdariyê tine bike, hemû îradeyan biperçiqîne, nehelê carekê din kesek li hemberî dewletê serî rake. Faşîzma 12’ê Îlonê bi wî rengî hatibû amadekirin. Em baş dizanin ku wê demê  di pêşengtiya Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) de, di pêşengtiya Rêbêr APO de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tekoşînekê mezin dihat meşandin. Ji 73’an hetanî 80’î bênavber tekonîşek meşiya. Rêbêr APO û hevalên xwe li paytexta Tirkiyeyê, Enqerê dest bi tekoşînê kirin, di 75-76’an de daketin Kurdistana Bakur, ji 76’an heta bi 80’yî tevahî Bakure Kurdistanê danê ber xwe û rakirin ser piyan. Di navbera 76’an hetanî  80’yî yêk bihostek xaka Kurdistanê nema ku şoreşgeran pêl nekiribûn, yek gund û bajarek nemabû ku şoreşger neketibûnê. Ji Entabe bigre hetanî Mereşê, Qersê, Dersîmê, Botanê, Merdînê hetanî Enqere bi her cihekê de şoreşgerên PKK’ê di wê demê de bi rengê seferberiya zanîstî dest bi tekoşînê kirin. Diketin kû derê jî ewder radikirin ser piyan û bi dehan însanan didan pey wan. Di destpêkê de keç û xort û hemû civakê baweriya xwe pê anîbû. Ji bo ku pêngaveke nû, fikr û ramaneke nû danînbûn û li ser vî esasî  ev tekoşîn dimeşandin."

'BERXWEDANA ZÎNDANÊ RUHÊ HEVALTIYA HEQÎQETÊ AVA KIR'

Avesta, qala fîkr û ramanên PKK’ kir ku di nava demekê kurt da li Kurdistan û Tirkiyeyê hatibû berbelav bûbû û axaftina xwe wiha domand:  "Fikr û ramanên PKK’ê di nava demekê kurt de li Kurdistan û Tirkiyeyê şin bû  û berhema  xwe jî da. Ji bo ku  nehêlin PKK ji vê hêlê ve berhemdar be, ji bo ku nehêlin ev fikr û ramanên ku  hatine çandin  li xaka Kurdistanê şîn were, we demê faşîzma 12’ê Îlonê pêk anîn. Ev faşîzma 12’ê Îlonê ji ber xwe ve pêk nehat. 12’ê  Îlonê ji bo ku îradeyê bişkêne hate lidarxistin. We çaxê şoreşger girtin û avêtin zîndanan.  Serok APO, berî ku darbe çêbibe hin tedbîr girt. Serok APO dît ku eger bi vî rengî berdevam bike wê darbeya eskerî bê çêkirin, we îrade bê şikandin. Rêbêr APO tespîtek wiha kir, got dengê lingên faşîzmê tê, dibe ku em tedbîrên xwe bistînin. Serok APO, 19 salan bênavber li derveyî Welat ji bo ku tekoşîn nekeve, ji bo ku ev doz têk neçe tekoşînek mezin meşand. Ji milekî ve tevger rakir ser piyan. Lê ya esasî ya ku ev cesaret da Rêbêr APO, ya ku ev ruh bi Rêbêr APO re jî pêş xist, ya ku ev bîr û bawerî bi Rêbêr APO re  çêkir, yê ku hevaltiya heqiqetê da avakirin berxwedana zindanê bû. Ew hevalên ku 80’yî de hatibûn girtin di serî de rêheval Mazlûm Dogan û hevalên dinê di zîndana Amedê de bi polîtîkayên şerên taybet re rû bi rû man. Ji bo 12’ê Îlonê fermandarên taybet wek Esat Oktay hatin erkdarkirin. Ew serleşker yê ku ji hêla dewleta Tirk ve hatibû amadekirin li wê derê, wê çaxê tecrûbeyên ku Îsraîl li ser gelê Fîlîstînê bi zilm û zordarî pêk dianî, tecrûbê Emerîka ku li dijî Wîetnamê, Kubayê pêk anî dîsa tecrûbeyên Almanya yên ku li hemberî Naziya, li hemberî gelan pêk dianîn, NATO yê ku hemû desteka xwe bi wan re  kir yek, xwestin ku di zindanê de PKK’ê tine bikin. Rêbêr APO derketibû derveyî welat, pêşengên şoreşê hatibûn girtin, kesên ku mabûn neçar mabûn ku welat terk bikin, li ser civakê faşîzmeke bêsînor dihat meşandin. Eynî wekî çeteyên DAÎŞ’ê ku serê 3 salan li Rojhilatanavîn ku dikevin kûderê talan dikin, destdirêjahiya dikin, hebûna mîrovahiyê bin pê diki, eynî li  wê derê, wê demê jî faşîzma dewleta Tirk jî ev tişt  dikirin. Ji bo wê jî em dibêjin dewleta Tirk  DAÎŞ çêkiriye." 

'HEQÎQETA PKK’Ê  RUHÊ KEMALAN E'

Avesta got, xeta berxwedanê Bİ çalakiya heval Mazlûm wan dest pê kir û hetanî roja me ya îro hat. Avesta, "Faşîzm êdî bi bin ket. Hemû hêzên li pey dewleta Tirk bi wan her du çalakiyan hejijîn. Ditin ku êşkence kar nake, birçîbûn kar nake, kuştin kar nake. Yanî ku hewce bike ew ê dawî li  jiyana xwe jî bînin. Îradeya xwe  radestî ti tiştî nekirin. Li hemberî zilma 12’ê  Îlonê ku li ser hevalan dihate kirin, bi berxwedana hevalan, di encamê de yê ku bi ser ketî di şexsê hevalan de PKK bû. Wan hevalan bi çalakiya xwe tenê weke takekesî bi ser nexistin, her wiha wan hevalan bi berxwedana xwe îradeya PKK’ê jî bi ser xistin; rihê PKK’ê ava kirin, mejiyê PKK’ê ava kirin, dilê PKK’ê ava kirin; tarzê çalakiya PKK’ê ava kirin, tarzê sekna PKK’ê av akirin. Serok Apo ev çêkirin, heqîqeta PKK’ê ruhê Kemalaan e. Ev heval PKK’yî bûn, APOCÎ  bûn, şoreşger bûn, xwedî zanist bûn, xwedî helwest bûn. Şoreşgerî çiye? Şoreşgerî helwest e,danîna helwestê ye; helwestdanîn di cih û dema rast de ye. Dibinin ku şoreşgeriya PKK’ê di zindanê de divê were nîşandan û ku ev helwest neyê girtin wê PKK nemîne, wê şoreşertî nemîne û êdî wê xiyanet, teslîmbûn b ipê bikeve. Hê wê demê PKK li dema niha, li îro fikiriye.  Fikr û ramana Konfedaralîzma Demokratîk, ji bo hemû gelan avakirina yekitiyê, dayina têkoşînê manîfestoya destpêkê ya PKK’ê ye. Li gel ku ev 34 sal in di ser re derbas bûye jî ev çalakî hê jî watedar be, heke em hê jî em bawer dikin  tarz û şêwaza ku wê me bigihîne serkeftinê ev tarz  û şêwaz e û niha em hê jî pê bawer bin ku tenê berxwedan dikare me bigihîne serkeftinê û hê jî rêbertiyê ji me re dike û bîr û baweriyê dide me, sedem  ew e ku ev tarz û şêwaz tarxa PKK’ê ye, tarzê jiyana û xweîfadekirina PKK’ê ye. Ji bo  vê jî Serok APO digot Kemal, Xeyrî, Mazlûman rûmeta mirovahiyê parastin. Wan PKK parast. PKK  nirxê tevahî Kurdistanê ye. Serok APO dibêje,’ ez girêdanî wa me. Ne ji wan bûna min nedikarî tebikoşim. Çûnku wan riye herî zor hilbijart. Riya sanahi ne hilbijart. Riya sanahi çiye, teslîmiyet e, kî çi dêbêje gorî wî çûyin e, lê waa baweriya xwe bi me anî, em jî baweriya xwe bi wa tînin. Eger 17 salê bênavber li grava Îmrali  Rêbêr APO di hicreyekê de bi berxwedaneke mezin, zanebûnek mezin fikr û ramanên nûjen paradîgmayeke nû diafirîne û xeta azadiyê ji nû ve pênase dike, Serok Apo bîr û baweriya xwe ji Kemal, Mazlûm, Xeyriyan digre. Rêbêr APO şehîd mezin kirine, şehîdan Rêbêr APO mezin kirine. Şehîd û Rêbêr APO weke goşt û heştî bi hev ve girêdayî ne. Kes nikare wana hev qut bike. Kes nikare Rêbêr APO, şehîdan û PKK’ê ji hev qut bike. PKK, partiya şehîdan e. PKK bi şehîdan mezin bû"

'NE FAŞÎZMA 12’Ê ÎLONÊ, NE FAŞÎZMA DAIŞ'Ê NE JÎ FAŞÎZMA ERDOGAN NIKARE ÎRADEYA GELAN BIŞKÎNE'

Avesta bal kişand ser berxwedan û tekoşîna gelê Kurdistanê jî û got, ne faşîzma 12’ê Îlonê, ne faşîzma DAÎŞ’ê û nê jî faşîzma Erdogan nikarê îrada gelan bişkîne.. Avesta, wiha berdewamî da axaftina xwe: "34 sal derbas bûne lê hîna her roj em di xeta wan de şehîdan didin. Kes dikare wê partiyê tine bike êdî? Ne faşîzma 12’ê Îlonê, ne faşîzma DAÎŞ’ê ne jî niha faşîzma qesrê ya Erdogan qet nikere wê îradê bişkêne. Eger  Serok APO, me çalakiya 14 Tîrmehê baş pênase nekiriba PKK tine bûbû. Rêbêr APO got, qerîna zîndana Amedê, dengê Kemal û Mazlûma bang li me dike ku em biçine çiyayan. Di pêşengtiya Egîd de yekîniyên gerîlla berê xwedan çiyayên Kurdistanê. Ew qas çalakiyên mezin bi kîjan nirxê dest pêkir? Bi rixê hevaltiyê dest pê kir. Li nav PKK’ê tîştê herî pîroz ne gotin lê ya herî pîroz ew e ku bi rastî jî bi hevaltiya rast bikaribe hevalên xwe bişopîne. Bikaribe jê ra rûmetdar be, bikaribe jê re hurmetdar be, bikaribe nehêle ku ew bimre û her tim wê bide jiyîn. 14’ê Tîrmehê jî ev pêk anî. Di nava 34 salan de vê hevaltiya rast, li Bakure Kurdistanê  ji tinebûnê hebûnek ava kir. Ji nezaniyê zanebûnek haet çêkirin. Ji bê rûmetiye rûmeteke mezin hat çêkirin, pêngaveke mezin hate pêkanîn. Ji bê tifaqiyê, belavbûyînê, parçebûyînê zêdetir govenda dîlana gelan hate girêdan. Digotin 2 Kurd nikaribin bên gel hev ku bêne gel hev wê tiştên xirab bikin, digotin ti caran nikarin yekitiya xwe pêk bînin. Lê îro bi xêra wan şehîdan ev nebawerî hate şikandin û Kurdan li  ser xwîna şehîdan, li gel ked û xwedana wan yekitiya xwe çêkirin û îro gelê herî rêxistinbûyî gelê Kurdistanê ye. Ne tenê li Kurdistanê li kûdera dinyayê Kurd hebin li wê derê himendî û zanebûna netewî bi wan re hate çêkirin, hişmendî û zanîna Neteweya Demokratîk hatet avakirin di nav Kurdan de. Neteweya Demokratîk tenê Kurdan nevehewîne her wiha ji bilî Kurdan jî hemû gelên bindest dikare di nava Neteweya Demokratîk de vehewe û cihê xwe bigire; Neteweya Demokratîk li ser yekîtiya esasî ya Kurd û Tirkan ava kir. Yekîtiya Kurd û Tirkan ku wekî ya Kemal û Xeyriyan ava kirî. Rêber Apo ev projeya Neteweya Demokratîk çawa ava kir? Eger îro Yekîtiya Gelên Demokratîk hatibe avalirin li ser xeta Kemal, Heqî, Mezlûm û Egîdan hatiye avakirin.’’

'14’Ê TÎRMEH BANGA BERXWEDANÊ YE'

Avesta, di dawiya axatfina xwe de bang li hemû jin û ciwana kir a ku tevlî nava refên şoreşe bibin û wiha pê de çû : " Eger îro li Rojhilatê Kurdistanê tekoşîn bi wî rengî be ev encama têkoşîna mezin e. Li Rojavayê Kurdistan şoreşa azadiyê, şoreja jin, şoreşa nirxên hemû kesên azadîxwaz li ser şopa şehîdan, li ser ked û xwêdana Rêbêr APO û yê tevahî gelê Kurdistanê yê fekadar e. Ev ruh ji kû hat?Ev ruhê wê çalakiya 14’ê Tîrmehê ye. Ku wê demê ev çalakî pêk nehate ne tenê carekê belkî ev 50 caran jî têkçûn pêk hatibû. Heke ne ji vî rihî bûya, ne ji vê zanîna mezin bûya, ne ji vê çalakiya dîrokî ya 14’ê Tîrmehê bûya wê çawa gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, li Şengalê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê û faşîzma sedsala 21’ê têbikoşiyana? Li hemberî faşîzma DAÎŞ’ê me yê bi kîjan zanîn û hişşmendiyê têkoşîn bidaya? Ev hemû li ser zemîna rihê van hevalan pêk hat. Divê em rastiya PKK’ê li ser vî esasî bixwînin, rastiya PKK’ê bê sînor e, di rastiya PKK’ê de, di heqîqeta wê de heta dawiyê sîsik û tovê azadiyê heye, zanebûna bi hezaran salan a gelan li ser navê PKK’ê berbiçav bûye; PKK rêwitiya dîrokê ye, PKK girêdayî nirxê pîroz e.  Heke îro li Şengalê şervanên azadiyê gelê xwe diparêzin, ev gel jî yek ji pîroziya vê civakê ye. Ev gel nirxê vê cîvakêye. Ev civak nirxê tevahî mirovahiyê ye, xeta berxwedana bi hezaran salan ya gelan e, gelên ku ji derveyî dewletê mayê dengê wan û hetanî îro hatiye. Ev felsefe ya kê ye? Ev felsefa Rêbêr APO û şehîdan e. Ya Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Sara, Zîlan û Bêrîtanan e. Ji bo me 14 Tîrmehê xwe ji ber çav derbaskirin e, roja pêxistina rexne û rexnedayinê ye. 14 Tîrmeh ji bo me tekoşînû serbilindahiyeke mezin e, banga berxwedanê ye, banga pêngaveke nû ye. 14 Tîrmehê êdî ruhê tevahî gelên Kurdistanê ye. Gelê Kurdistanê di wî xetê de tedikoşe. PKK bûye gel, gel jî bûye PKK. Ji ber xwe ve slogana çênabin, dibejin 'PKK gel e, gel li vir e'. Li Bakurê Kurdistanê ew qas însan li jêrzemînan hatin şewîtandin le teslîmiyet çênebû. Ha ev rihê Kemalan e. Li Kobanê dijmin xelek danîn û xwestin berxwadanê bişkînin lê ruhê Arînan nehişt. Em wekî roja 14’ê Tîrmehê ji xwe ra bigin rojên derketinên nû. Berxwedana zîndana Amede dikeve sala 35. ku em pê da diçin sala serkeftina mezin e, sala tekoşîna mezin e, sala mîsogerkirina azadiyê ye, bê navber parastina hebûnê ye. Li ser vî esasî de bi ruhê 14’ê Tîrmehê, bi berspiryariyekî mezin, bi seknekê tekoşer, bi rengekî xurt keç û xortên Kurdistanê tevlî nava refên gerîlla bibin û li her derê tekoşînê geş û gur bikin. Dive gelê me tekoşîn û berxwedana xwe qeyîm bbikin, xaka xwe biparêzin, dev ji xaka xwe û dîroka xwe bernede."