BI DÎMEN

Gerîla TV bi dîmenan derewên dewleta Tirk radixe pêş çavan

Gerîla TV, dîmenê çalakiyên roja 8'ê Tîrmehê li hemberî leşkerên Tirk ên li Xapuşkê û Zeyte yên li xeta Şemzînan-Oremarê pêk anîn, weşand.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, di sibeha 8'ê Tîrmehê de ji Şemzînanê destpê kirin û heta Oremarê li hemberî 11 nuqteyên leşkerî çalakî pêk anî bûn.

Artêşa Tirk, ji bo hejmara miriyên xwe veşêre, nûçeya '19 gerîla hatine bêbandorkirin' weşandibû û çavkaniyên HPG'ê jî dabûn xuyakirin, ku ev nûçe derew e. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên herêmî wergirtin, leşkerên Tirk ên ji ber çalakiyên gerîla şoq bûn, hema gule li derdora xwe reşandin û gelek leşkerên xwe kuştin.

HPG'ê agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê beriya niha careke din ji raya giştî re eşkere kiribû. Li gorî HPG'ê di çalakiya li Xapuşkê de herî kêm 7 leşker hatin kuştin. HPG'ê diyar kir, li nuqteyên din ên çalakiyan gelek leşker mirin e û birîndar bûne, lê hejmar nehat zelalkirin.

Gerîla TV jî dîmenê van çalakiyan weşand, ku hemû îdîayên dewleta Tirk pûç dike.

VAYE DÎMENÊ WAN ÇALAKIYAN: