Êrîşên li Farqînê dewam dikin

Li Farqînê, hejmara mirovên di serdegirtinên malan ên ji ber operasyona ev 2 roj in dewam dikin de hatin binçavkirin, gihîşt 15 kesan. Liv û tevgera leşkerî a li gundan dewam dike.

"Qedexeya derketina derve" ya li zêdeyî 20 gundên navçeya Farqînê hat ragihandin, di roja duyemîn de ye. Leşkerên dewleta Tirk, di çarçoveya vê qedexe û operasyonan de duh tevahiya rojê avêtin ser gundên Malaelîkê û Dêrika Miqurê. Di van serdegirtinan de 15 kes hatin binçavkirin, 4 ji van jin in. Binçavkirî ji bor wergirtina rapora tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Navên kesên hatine binçavkirin: Sabîha Eken (47), Fatman Eken (44), Mehmet Yûnûs Eken (22), Mehmet Sezaî Eken (20), Abdullah Eken (48), Îhsan Eken (49), Riza Kaplan (50), Cemal Kaplan (18), Aîde Kaplan (30), Nefîse Kaplan (53), Abdurrahîm Bozûtmak (49), Devran Bozûtmak (18), Mehmet Zekî Tepebaşi (46), Kerem Edram (38) û Mehmet Hadî Kosek (54).

DORPÊÇÎ DEWAM DIKE

Gundên li herêmê hê ji aliyê leşkeran ve dorpêçkirî ne. Li gorî agahiyan, li hin gundan extiyar û nexweş hene û ji ber qedexeyê nikarin bibin nexweşxaneyan.