BI DÎMEN

Kaya: Gelê Nisêbînê vîneke dîrokî nîşan da

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya êrîş û berxwedana li Nisêbînê nirxand, ku ev pênc meh in dewam dikin û got, gelê Nisêbînê vîneke dîrokî nîşan da. Kaya ji bo xurtkirina piştgiriyê careke din bang kir.

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya êrîş û berxwedana li Nisêbînê, ku di meha pêncan de ye, ji ANF'ê re nirxand.

Kaya bibîr xist, ji 14'ê Adarê û vir ve li Nisêbîn derketina derve qedexe ye û anî ziman, vê qedexeyê pênc meh li dû xwe hiştiye. Kaya destnîşan kir, YPS/YPS Jinê li hemberî êrîş û qedexeya dawî berxwedaneke mezin nîşan da û piştre hêzên xwe vekişandin.

Kaya diyar kir, piştî vekişîna hêzên YPS/YPS Jinê jî hêzên dewletê êrîşên xwe dewam kirin û anî ziman, hêzên dewletê piştî şer li Nisêbînê qediya zerar dan malên gel, xanî şewitandin. Kaya ragihand, dewlet ji bo hê bêhtir zerarê bide mal û milkên mirovan û ser sûcên xwe yên şer bigire, piştî şer jî qedexeya derketina derve li Nisêbînê ranekir. Kaya destnîşan kir, ku divê dewlet der hal qedexeyê rake û bes sûcên şer bike. Hevşaredara Kaya da zanîn, gelê Nisêbînê wê heta dawiyê bi biryardarî li xaka xwe bijî.

'TI HÊZ NIKARE GELÊ NISÊBÎNÊ HÎNÎ QEDEXEYAN BIKE'

Sara Kaya da zanîn, niha ji sedî şêst ê gelê Nisêbînê vegeriya ye û got, gelê Nisêbînê tevî qedexeyê jî ji bo li bajarê xwe vegere, vîn û hewldaneke dîrokî nîşan daye. Kaya diyar kir, yek ji armanca dewamkirina qedexeyê jî hînkirina gelê Nisêbînê bi qedexeyan e û destnîşan kir, ku ti hêz wê nikaribe gelê Nisêbînê hînî qedexe û zextê bike.

'HEWL DIDIN QADÊN JIYANÊ TINE BIKIN'

Hevşaredar Kaya anî ziman, hêzên dewletê bi bendên ji beton ên bi 2 metreyan bilind û têlan dora taxên berxwedan û xwerêveberiyê yên li Nisêbînê digirin û got, "Ev tax ji sedî heftê yê Nisêbînê ne. Ev jî tê wê wateyê, ku ji sedî heftê yê Nisêbînê kirine ku nema bê bikaranîn. Bi zorê dest danîne ser qadên jiyanê yên gelê Nisêbînê, talan kirine û xera kirine."

Kaya ragihand, hewl tê dayîn qada jiyanê ya gel ji holê bê rakirin û diyar kir, polîtîkaya dewletê ya koçberkirina gelê Nisêbînê û valakirina navçeyê dewam dike.

Kaya da xuyakirin, ku weke vîna gelê Nisêbînê haya Şaredariyê ji bendewariyên gel heye û ji bo bersivê bidin van bendewariyan çi ji destê wan bê ew ê bikin. 

Hevşaredar Kaya diyar kir, mirovên li Nisêbînê vedigerin navên wan tên qeydkirin û tên binçavkirin. Kaya got, ev zext ji bo bêvîn hiştina gelê Nisêbînê tê kirin, lê wê bi ser nekeve.

'CENAZE LI NAVERASTÊ NE'

Kaya da xuyakirin, ku cenazeyên gelek kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan hê ji malbatan re nehatine dayîn û anî ziman, gelek cenaze niha li taxan e. Kaya ragihand, ji taxan bêhn tê û xwest, taxên hatine girtin derhal bên velkirin û cenaze werin rakirin. Kaya destnîşan kir, malbat gelekî bi hêrs in ku cenazeyên wan li naverastê tên hiştin û nahêlin ew rakin. Kaya diyar kir, ew van kiryarên dewletê yên li hemberî cenazeyan bi ti awayî qebûl nakin.

'EM PIŞTGIRIYA XURT BIKIN'

Kaya careke din bang kir, ku piştî û alîkariya ji bo gelê Nisêbînê were xurtkirin û banga yekîtî û hevgirtinê li gelên Kurdistanê bi taybetî gelên li Mêrdînê kir. Kaya da zanîn, qada jiyanê li gelê Nisêbînê hatiye girtin û anî ziman, dewlet bi vê yekê ve dixwaze vîna gelê Nisêbînê teslîm bigire, lê belê bi piştgirî û alîkariya hev ew ê destûra vê nedin.