HPG’ê lê da: Gelek çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Wan û Çewlikê çalakî li dar xistiye û gelek çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Wan û Çewlikê çalakî li dar xistiye û gelek çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîlayan eşkere kir.
LI DIJÎ QEREQOLA BÎLÎCANÊ ÇALAKÎ: 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Li gor agahiyên HPG’ê, 13’ê Tîrmehê saet 06.00’an hêzên gerîlayan li dijî qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ji çar baskan bi çekên ferdî, navîn û giran ve çalakiyek li dar xistin.
Di vê çalakiyê de hêzên gerîlayan kulubeyên nobedê kirin hedef û di encama lêdanên xurt de 3 leşker hatin kuştin. Di heman demê de gerîlayan kamerayên mobese yên qereqolê jî kirin hedef û 2 mobese îmha kirin.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Çepereke çeka giran a A4 ku li nîzamiya qereqolê bû, bi çekên giran hate rûxandin. Hêzên me li leşkerên ku li hewşa qereqolê bûn jî xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar li vir nehatin zelalkirin. Di heman demê de hêzên me bi awayekî xurt avahiya qereqolê û nîzamiye dan ber hewanan.
Dîsa, hêzên me li 3 leşkerên ku hewl didan li girê qereqolê xwe bi cih bikin dan û li vir leşkerek kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê Rojiya Mezin a Mirinê hatiye lidarxistin.”
HPG’ê têkîldarî encamên çalakiyên din jî ev agahî dan:
LI ŞIRNEXÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
13’ê Tîrmehê saet 11.00’an hêzên me li ser girê Şehîdan ê li qada navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de şerekî demkurt qewimiye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Li gel vê, hêzên me bi çekên giran li gir dane. Tanka ku li vir hate hedefkirin hate îmhakirin û 3 leşker jî hatin kuştin.
LI NAVÇEYA QOSERÊ ÇALAKÎ
10’ê Tîrmehê saet 16.30’an yekîneyek gerîlayên me ku ji 4 kesan pêk dihat, dema li navçeya Qoser a Mêrdînê li ser wezîfeyekê bû, bi Tîmên Taybet ên Polîsan re dikevin şer. Di vî şerî de 3 endamên tîmên taybet hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha, me dabû xuyakirin ku 4 hevalên me şehîd ketine. Ji ber agahiyên nasnemeyên hevalên me nehatibûn zelalkirin, me ev nedabû xuyakirin. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Welat Semsûr
Nav û Paşnav: Mehmet Kûlbay
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik-Bav: Hanim - Abûzer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2016’an / Mêrdîn
LI ÇEWLIKÊ STASYONA BAZÊ HATE ÎMHAKIRIN
13’ê Tîrmehê saet 22.30’an hêzên me li dijî stasyona bazê ya Turkcellê ku li ser rêya bajarokê Servî yê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê bû, çalakiya sabotajê li dar xistin û ev stasyona bazê rûxandin.
LI TETWANÊ ÇALAKIYA KEMÎNÊ
14’ê Tîrmehê saet 06.00’an hêzên me kemîn danîn ber wesayîta ku ji qereqola Kotom a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê derdiket û bi çekên ferdî lê dan. Hejmara dijminê mirî û birîndar ên dijmin nehate zelalkirin.
LI WANÊ ÇALAKÎ Û OPERASYON
13’ê Tîrmehê saet 19.00’an hêzên me li dijî wesayîta bi tîpa Reo ya ku li mintiqa Kirê Sariksû ya girêdayî navçeya Ebex a Wanê obus hilgirtibû, bi çekên navîn û ferdî çalakî li dar xistin. Ev wesayît hate derbkirin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Piştre jî artêşa TC bi wesayîtên zirxî ve ji qadê mirî û birîndarên xwe rakirin. Heman rojê danê êvarî, yekîneyên veşartî yên artêşa TC li gel pêgerên hewayî yên keşfê li qada Tendurekê dest bi operasyonekê kirin. 14’ê Tîrmehê saet 17.00-20.00’an artêşa TC ji qereqola Kevirê Şamiyan qad da ber obus û hewanan. Operasyon hê jî didome.
LI WANÊ SERPELEK Û BERBAZEK JÎ HATINE KUŞTIN
9’ê Tîrmehê li dijî qereqola Pay a Wanê çalakî hatibû lidarxistin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, serpelek û berbazekî li qereqolê jî hatine kuştin.