Cenazeyê Sûltan Irmak li Farqînê hat veşartin
Cenazeyê Sûltan Irmak, ku li jêrzemîneke li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi hovane hat qetilkirin, duh bi şev li Farqînê hat veşartin.

Cenazeyê Sûltan Irmak a ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemîna avahiyekê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hat qetilkirin, piştî testa DNA'ê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Malbatê berê cenazeyê Derya Karahan weke ya Irmak wergirtibû û defin kiribû. Piştî ku hate fêmkirin cenaze aydî Derya Karahan e malbatê testa DNA'yê pêk anî, di encama testê de malbatê duh cenaze ji goristana bêkesan a Silopiyayê wergirt û li gundê Bavodîn ê navçeya Farqînê ya Amedê spart axê.
Ji bilî malbatê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Abdullah Eflatun, wekîlên hevşaredarên Farqînê, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenaze bi şev li goristana gund hate veşartin.