BI DÎMEN

Li Kerkûkê semînera li ser ruhê 14'ê Tîrmehê

Li navçeya Daquq a Kerkûkê, bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an, semînerek hat dayîn.

Semîner ji aliyê Akademiya Şehîd Merwan Gezgor ve hat lidarxistin û Mamoste Ehmed Xezayî, Mamoste Elî Germiyanî weke qiseker beşdar bûn.

Di semînera bi beşdariya gelek ciwanan de Mamoste Ehmed Xezayî bang li ciwanan kir ku ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê deqeyekê rêzê bigirin.

Piştre Mamoste Elî Germiyanî peyivî û işaret bi girîngî û wateya rojê kir. Germiyanî da xuyakirin, ku di şexsê van berxwedêran de îro refekî têkoşînê diyar bûye, meşa ber bi şoreşê ve dewam dike û got, "Kadroyên pêşeng ên PKK'ê, bi van nirxan çandek afirandin. Navê vê çanda Apoyî ye. Em îro bi vê çandê ji bo gelê xwe têdikoşin. Hevalê Hakî Karer ji bo xizmetê ji gel bike, hemaltî dikir."

Germiyanî destnîşan kir, ku faktora herî girîng a nirxandin PKK'ê, fêmkirina ruhê têkoşînê ye û got, "Eger hûn îro bixwazin PKK'ê analîz bikin, hingî zanibin ku berxwedana PKK afirandiye, navê vî ruhî ye. Ruhê ku van hevalên me nîşan dan, ruhê teslîm nabe ye. Ev ruh baweriya xwe bi tenê bi şoreşê tîne, siberojê dibîne. PKK ev e.

Navên hevrêyên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, ji niha ve ji aliyê bi hezaran malbatan ve hatine rakirin û zarokên niha bi navên van hevrêyan mezin dibin."

...