Gerîlayê HPG’ê Yagmûr ber bi rêwîtiya dawî hat birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Yahya Yagmûr (Bîrhat Feraşîn) li gundê xwe ber bi rêwîtiya dawî hat verêkirin.
Gerîlayê HPG’ê Yahya Yagmûr (Bîrhat Feraşîn) li gundê xwe ber bi rêwîtiya dawî hat verêkirin.
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Yahya Yagmûr (Bîrhat Feraşîn) ku 10’ê Tîrmehê li navçeya Qoser a Mêrdînê bi 3 hevalên xwe re di şer de jiyana xwe ji dest da, piştî ji aliyê malbatê hate teşxîskirin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate wergirtin.
Polîsên Tirk rê nedan ku malbat ji ser Nisêbînê cenaze bibe gundê Eyser ê Hezexê. Li ser vê malbatê jî cenaze ji ser Midyadê bir gundê Eyser ê Hezexê.
Cenazeyê Yagmûr ji bo wecîbeyên olî anîn mizgefta gund.
Piştre, darbesta Yagmûr li ser milên bi dehan kesan anîn goristana gund. Cenaze bi duayan hate veşartin.
Dema merasîmê de gelek wesayîtên zirxî yên leşker û polîsan dora goristanê girtin.