'Şoreşa Rojava garantiya gelên Sûriyeyê ye'

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberalan Telo destnîşan kir, ku li Rojava şoreş di nava şoreşê de pêk tê û got, ev yek ji bo afirandina civakeke demokratîk û azad gelekî girîng e.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberalan Telo destnîşan kir, ku li Rojava şoreş di nava şoreşê de pêk tê û got, ev yek ji bo afirandina civakeke demokratîk û azad gelekî girîng e.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberalan a Kurdistanê ku di nava TEV-DEM'ê de ye Dr. Ferhat Telo, bi wesîleya Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê ji ANF'ê re axivî.

Telo diyar kir, tecrûbeya şoreşê ji bo herêmên din mînak e bê çawa dikarin herêmên xwe azad bikin û got, "Yek ji berhemên Şoreşa 19'ê Tîrmehê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Wekî din, di 16'ê Adara îsal de federasyon hat ragihandin. Em di wê baweriyê de ne, ku li hemû herêmên ji çeteyan hatine rizgarkirin, wê TEV-DEM pêşengiyê ji rêveberiya xwe bi xwe ya gelan a li ser bingeha neteweya demokratîk re bike."

'DI NAVA ŞOREŞÊ DE ŞOREŞ PÊK HAT'

Telo da zanîn, li Rojava şoreş di nava şoreşê de hatiye kirin û anî ziman, ev yek ji bo afirandina civakeke aad û demokratîk gelekî girîng e: "Di nava şoreşê de gelek şoreşên weke şoreşa jinê, şoreşa ciwanan, şoreşa demokratîk pêk hatin. Mebesta me ji demokrasiyê jî, ne demokrasiyek xwe dispêre piraniya dengan e. Di nava Xweseriya Demokratîk û Federalîzma Demokratîk de, çi hindikahî çi jî pirahî, mafê hemû gelan heye bi maf, ziman û çanda xwe bijîn û xwe bi rê ve bibin. Cewhera Federalîzma Demokratîk jî xwerêveberî ye. Di vî warî de em ji dil in. Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku wê di rojên pêş de bêhtir bikeve meriyetê, wê bibe garantiya mafên hemû gelan."

'DIVÊ ARTÊŞEKE FEDERASYONÊ JÎ BÊ AVAKIRIN'

Telo destnîşan kir, ku gelên Sûriyeyê ji rêveberiya navendî, ji polîtîkaya yek milet, yek alê gelekî kişandiye û got, "Bi saya Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, wê veger li rêveberiya navendî ya berî 5 salan nepêkan be, ku wê rêveberiyê hemû mafên gelan û baweriyan talan kiribû."

Ferhat Telo ragihand, weke Kurdên lîberal ew ji destpêkê ve di nava TEV-DEM'ê de cih digirin û tevî PYD, partî û tevgerên din ên di nava TEV-DEM'ê de cih digirin, ew hewl didin mil bi mil, ji bo parastina Rojava hêzên YPG û YPJ'ê xurt bin. Telo got, "Piştî YPG û YPJ'ê, ji ber pêwîstî pê çêbû QSD jî ava bû" û wiha dewam kir: "Di dema pêş de, divê artêşeke Federasyonê jî ava bibe.Ev artêş jî wê bibe partiyeke ji Federasyona Demokratîk a Sûriyeyê û wê navendî nebe. Wê li cewhera demokratîk a Federasyona Demokratîk a Sûriyeyê bê."

Telo da zanîn, di salvegera 4. a Şoreşa Rojava de kêm ma ye Hevpeymana Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê biqede, ev yek gelekî girîng e û wiha dewam kir: "Ya rast, em hinekî dereng jî man. Ji ber ku di nava rewşa Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, saetek bi tenê jî gelekî girîng e. Bi ya min, divê em hê bêhtir bilezînin û zûka biqedînin. Di vê mijarê de nav dibe pirsgirêk. Lê li gorî min, divê mirov li vê mijarê naliqe. Em bi rengekî demokratîk pêşnûmeyê ava dikin; mafên hemû gelan, baweriyan, nasnameyan û civakan tên ewlekirin. Ya girîng ev e. Piştî ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê temam bû û mafên hemû gelan bi hevpeymanê hatin ewlekirin, gelên her herêmê dikarin hilbijartina xwe bikin û navekî ji xwe re diyar bikin."

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberalan Dr. Ferhat Telo di dawiya axaftina xwe de Şoreşa Rojava li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.