BI DÎMEN

Mistefa Xoxê: Li Başûr krîz bi yekîtiya navxweyî û guherîna hişmendiyê çareser dibe

Siyasetmedar Mistefa Xoxê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, krîza Başûrê Kurdistanê ji pergala dij-demokratîk a destpêka salên 90’î tê û got, "Ji bo çareserî pêk were, hişmendî li ser hîmê demokrasiyê divê ji nû ve were sazkirin."

Siyasetmedar Mistefa Xoxê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, krîza Başûrê Kurdistanê ji pergala dij-demokratîk a destpêka salên 90’î tê û got, "Ji bo çareserî pêk were, hişmendî li ser hîmê demokrasiyê divê ji nû ve were sazkirin."

Siyasetmedar Mistefa Xoxê li ser sedemên krîza siyasî û ekonomîk ya Başûrê Kurdistanê rawestiya û diyar kir sedema wê ya sereke ew e ku salên 90’î pergalek li ser esasê eşîrî û serweriya malbatî hatiye avakirin û got hîç guh lê nayê danîn bê ka parlamento çi biryar standiye an jî yasa çi dibêjin a diyarker gotinên serok û serokwezîr e û ev jî dibe sedema kêşe û arîşeyan. 

Xoxê her wiha bal kişande ser wê ku di arîşeyên heyî de hîkariya dewletên Tirk û Îranê zêde ye û li şûna têkilî û hîkariya van dewleta bi têkilîdanîna bi beşên din ên Kurdistanê re ji kaosa heyî ya Rojhilata Navîn mirov dikare bi serktî jê derkeve.

'SEDEMA KRÎZÊ PABENDIYA BI TIRKIYÊ Û ÎRANÊ RE YE'

Siyasetmedar Mistefa Xoxê diyar kir, li Başûrê Kurdistanê yên ku polîtîkayên ekonomîk, siyasî û çandî diyar dikin dewletên dagirker ên wekî Tirkiye û Îran in û got carinan Îran û carinan jî dewleta Tirk bêhtir li pêş e û wiha pê de çû: "Mînak, piştî hilweşîna rejîma Sedam bandora Tirkiyê zêdetir bû û bi ser de ev rewş hê di salên 90’î de pêk hat. J isalên 1991’ê ve dewleta Tirk ji hêlên ku hatine diyarkirin ve li Kurdistanê hîkariya xwe kûr kir û giraniya xwe danî. Ev krîza dawî jî yek ji encama vê rewşê bû."

Xoxê di hevpeyvînê diyar dike, ne tevahiya Başûrê Kurdistanê jî be nîvê wê di bin kontrola dewleta Tirk de ye, ‘’Ev ji hêla siyasî, ekonomîk û kulturî ve wiha ye. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi serê xwe nikare biryaran bistîne. Çi dike? Diçe bi dewleta Tirk dişêwire û wiha biryaran distîne. Ev reweke malkambax e."

'KURD DIVÊ YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN'

Mistefa Xoxê li ser rewşa heyî ya kaotîk a Rojhilat Navîn radiweste û diyar dike rewşa Kurdan li gorî ya destpêka sedsala bihurî gelek baştir e û Kurd li herêmê faktorekî sereke ne û dibêje Kurd divê bikaribin yekîtiya xwe pêk bînin û heqê xwe jî bi vî awayî bi dest bixînin:

"Teqez e ku di navbera Kurdên wê serdemê û niha de cihêtiyên pir girîng hene. Kurd wê serdemê zêde ne xwedî hişmendiyekê bûn, ne birêxistin bûn, bi kesekî re ne xweyî têkiliyeke têkuz  bûn. Nezanî Kurd anîbûn wê rewşê. Lê di rewşa niha de Kurd bîrewer in, birêxistin in.Li Başûr rewşa parçeyî hê zêde ye lê li parçeyên din ne wiha ye.’’

Mistefa Xoxê bi berdewamî balê dikişîne ser Rojavayê Kurdistanê dû dibêje, li Rojavayê Kurdistanê ne tenê di nav Kurdan de yekîtiyek çêbûye û her wiha têkiliyeke Kurdan bi hêzên din re jî pêk hatiye û, "li wê derê (Rojava) mezhep û baweriyên cihê, etnîkên cihê têne gel hev û li çareseriya pirsgirêkan digerin. Têkoşîna hevpar didin. Li Bakur jî ev wiha ye. Têkoşîn li ser vê xetê dimeşe. Ji bo vê jî Kurd li herêmê faktoreke sereke ne."

Siyasetmedar Mistefa Xoxê diyar dike, netewe-dewletên herêmê naxwazin li  vê rasteqiniya Kurd mikur werin û wan wekî muxatab bibîn; "ji ber ku ew naxwazin gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn, yekitiya demokratîk pêk bînin. Lê Kurd divê vê pêk bînin û di vê serdemê de heqê xwe bi dest bixin. Rêya rast ev e."