Dewlet li Mêrdînê di nava panîkê de ye: Li 22 gundan derketina derve hat qedexekirin

Li navenda Mêrdînê, navçeyên Şemrex û Dêrika Çiyayê Mazî, li 22 gundan derketina derve hat qedexekirin.

Hêzên dewleta Tirk ên li pêşberî çalakiyên gerîla ketiye nava panîkê, hewl didin bi "qedexeya derketina derve" xwe ji vê rewşa tengavbûyî rizgar bikin.

Li 22 gundên navenda Mêrdînê, navçeyên Şemrex û Dêrika Çiyayê Mazî, ji îro saet 06:00 û pê ve derketina derve hat qedexekirin.

Gundên derketina derve li wan hatine qedexekirin ev in:

Konûr, Meşelî, Yalinagaç, Armagan, Atalar, Urunlu, Yevrî, Sîmak, Kirmizigol, Ûlûtaş ên Şemrexê, Haydar, Cevîzlîk, Akbag, Harabel ên Artûklû û Hîsaralti, Alagoz, Pinarcik, Mezra Jêr û Jor, Bozok, Kelek û Şêbê yên Dêrika Çiyayê Mazî.