Jina Êzidî ya ji nav lepê DAIŞ'ê rizgar bû çîroka hovîtiyê vegot
A.K diyar kir berpirsê komkujiya ku bi serê civaka Êzidî de hatî û sedema ku jinên Êzidî li bazaran hate firotin PDK ye û 2 salên êsîrbûnê yên di nav lepên DAIŞ'ê de, piştî ku bi alîkariya hêzên YPG'ê û QSD'ê rizgar bû, ji ANF'ê re vegot.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
GIRÊ SPÎ
în, 15 tîrmehê 2016, 12:39
Çeteyên DAIŞ'ê ku li bazarên koleyan jinan difiroşe, her wiha zarokên Êzidî yên ku ji Şengalê revandibûn jî dike bombeyên zindî. Bi hezaran Êzidî hê jî di nav destên çeteyên DAIŞ'ê de diferfitin. Jina Êzidî bi zaroka ku di dawa xwe de, bi xwişka xwe ya 2 sal û nivî û zarokekî 1 salî ku ji nav lepê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûyî, agahiyên balkêş dan.
Ji ber sedema ewlekariyê ku em ê nikaribin nav û wêneyê jina Êzidî bidin, A.K diyar kir, PDK'ê ew firotine çeteyên DAIŞ'ê û radestî wan kirne û hê jî bi hezaran Êzidî di nav destên DAIŞ'ê de hêsîr in û zarokên Êzdiyan dikine bombeyên zindî.
A.K got berpirsê sereke yê komkujiya ku bi ser gelê Êzidî de hatî û sedema firotina jinên Êzidî yên li bazarên koleyan PDK ye û piştî ku ji hêla hêzên YPG û QSD'ê ve ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû şertên hêsîrbûnê yên 2 salan û nêzîkatiya dijmirovî ya çeteyên DAIŞ'ê ji ANF'ê re vegot.
'PDK'Ê EM RADESTÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê KIR'
A.K wiha axivî:
"Dema ku çete hatin PDK'ê em berdan û li ber destê çeteyan hiştin. Heke hêzeke ku me biparêze hebûya ev qas trajedî bi serê me de nedihat.
'SALEKÊ ME LI MÛSILÊ HIŞTIN'
Bêyî ku şer bike piştî ku PDK ji Şengalê vekişiya, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Şengalê û gundên wê dagir kirin, gelek kesên ku êsîr bûbûn nêzî salekê li Mûsilê hiştin. Li şûna ku PDK li Şengalê me biparêze, mîsogerî dida me ku çeteyên DAIŞ'ê wê neyên Şengalê. Em jî ji bo vê li malên xwe diman. 3'yê Tebaxê dema ku êrîş bi ser Şengalê de anîn beriya her kesî pêşmergeyên PDK'ê reviyan û em bi ûcdana çeteyên DAIŞ'ê ve hiştin.
Li bajêr, li dijî çeteyan Êzidiyan hinekî li ber xwe dan lê ne çekên wan û ne jî cebilxaneya wan têrê kiribû. Dema ku me dit PDK reviya, em jî bi qêrîn û nalînan xwe avête çiyê. Lê em dereng mabûn û me nekarî xwe bi çiyê bigihînin. Çete ketin pêşiya me û em hêsîr kirin. Gelên Şengalê yên ku hêsîr kiribûn pêşî li bajêr, li cihekî civandin û piştre jî bi wesayitan em birin Mûsilê.
Piştî ku em birin Mûsilê, bi malbata xwe re nêzî salekê em bi hev re man. Ji ber çûnûhatin nebû û derfetên ragihandinê jî nebûn me nedizanî bê ka kî bi kû ve birine û çend hatine kuştin. Lê çi li Şengalê û çi jî li Mûsilê kesên ku serê xwe ji nêzîkatiyên kirêt ên DAIŞ'ê re neditewandin an li ber çavên me serê wan dihatin jêkirin an jî bi çekê dihatine kuştin. Saleke me bi vî awayî bi êşkence û êş û zextan derbas bû.
'PÊŞÎ KEÇÊN CIWAN Û PIŞTRE JINÊN BÎ BIRIN'
A.K ku li gel hevserê xwe û ji malbata wê çend kes li Mûsilê bi hev re man, piştî salekê ji mêrê xwe ducanî bû. Piştî 3 mehan jî zarok jê re çêbû. A.K hovîtiyên çeteyên DAIŞ'ê yên bi ser jinên Êzidî de vegot:
"Piştî ku li Şengalê em hêsîr kirin gelek ji me li wesayitan siwar kirin û piştre jî jinên ciwan ji me veqetandin û birin. Pêşî li ser wan nelirêtiyên zayendî pêk anîn. Piştre jî li bazarên koleyan ew firotin. Digotin hûn koleyên me ne û weke ku em malên wan bin em bi kar dianîn. Zarok veqetanin, ew birin cihekî dî û ew perwerde kirin û bi aqilê wan lîstin. Zilam veqetandin û karê giran bi wan kirin. Piştre me bihîst ku gelekên ji wan hatine kuştin. Jinên yixtiyar jî li devereke dî danîn û ji bo çeteyan xwarin bi wan didan çêkirin.''
'ZAROKÊN ME DIKIRIN BOMBEYÊ ZINDÎ'
A.K diyar kir pêşî dest li ser jinên ciwan û piştre jî dest li ser yên bî danîne û piştî salekê dest li ser wan jinan jî danîn yên ku ji hevserên xwe qût bûbûn û ew jî kirin kole. A.K gt ew jî bûbû koleyê çeteyekî û got çeteyên DAIŞ'ê zarokên Êzidî li dijî wan bi kar anîne:
"Zarok ji me standibûn û piştî demekê dema ku me zarokên xwe dîtin, ji me re digotin hûn kafi in û qetla we helal e. Piştre em hîn bûn ku zarokên ku birine wan wekî bombeyên zindî dişînin hin deveran. Vîdeoyên wan an jî yên zarokan ku dihatin teqandin jî şanî me didan.
Çeteyên DAIŞ'ê vîdeoyên zarokên Êzidî yên ku perwerde kiribûn û tiryak dabûnê dianîn, zarokên ku ew li balafirgeha Kumî ya Helebê didane teqandin nîşanî me didan. Weke van bi sedan zarok ji malbatên wan dihatin qutkirin, derman didane wan û li hin deveran weke qomandoyên xwekuj dihatin şandin. Siberojê dibe ku ev zarok li dijî Êzdiyan werin bikaranîn. Li dijî van çeteyên dijminê mirovahiyê divê her kes bikeve nav tevgerê.
Zarokê 11 salî yê bi navê B ku ew jî bi A.K re ji destê çeteyan reviyabû got, ji bo ew nebûye bombeyê zindî ji hêla çeteyekî Tûnisî ve sereqat kotekî lê hatiye kirin û êşkence û zilm lê bûye. Zarok got, çeteyên DAIŞ'ê gelek Êzidî kuştine, hevserê A.K jî kuştine lê haya wê jê nîn e.''
'RÊWÎTIYA BER BI ŞENGALÊ VE'
Jina Êzidî ya bi navê A.K ku ji hêla hêzên YPG'ê û QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê xilas bûyin, ber bi cihê pîroz Çiyayê Şengalê ve bi rê ket.