'We Kulter bi saxî girtin, em wî bi saxî dixwazin'
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Tirk ên windakirina mirovan dan û xwestin, Hûrşît Kulter bi saxî were teslîmkirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Tirk ên windakirina mirovan dan û xwestin, Hûrşît Kulter bi saxî were teslîmkirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Tirk ên windakirina mirovan dan û xwestin, Hûrşît Kulter bi saxî were teslîmkirin.
Sekreterê Egîtîm-Sen Hejmara 1. a Amedê Mehmet Nûrî Ozdemîr û Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî li ser polîtîkayên windakirinê yên dewleta Tirk û rewşa Hûrşît Kulter ji ajansa me re axivîn.
OZDEMÎR: AKP XITIMÎ
Mehmet Nûrî Ozdemîr da xuyakirin, ku pêvajoya windakirina siyasetmendaran di binê çavan de ya salên 90'î hê jî dewam dike û got, "Li welatên konsepta şîdet û ewlekariyê lê serdest be, hiqûq ditevize. Li holê pêvajoyeke aştiyê hebû, lê dema di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de hevsengiyên siyasî guherîn, şer ji nû ve destpê kir. Bi vê pêvajoyê re di serî de qetilkirina Tahîr Elçî kuştinên kiryar nediyar zêde bûn. Zêdeyî 40 roj in Hûrşît Kulter ê hat binçavkirin, agahî jê nîne. Rayedarên dewletê bêdeng in. Eger ev der dewleteke hiqûqê be û hûn ji mirovan re dibêjin 'mafê we yê siyasetê heye', wê demê hûn neçar in li ser mirovên tê îîakirin hatiye binçavkirin agahiyê bidin malbatê û derdorê. Li Kurdistanê niha pêkanînên antî demokratîk ji her alî ve di asta herî bilind de tên meşandin. Em li bendê ne dewlet di dema herî nêz de li ser van windahiyan, daxuyaniyekê bide. Weke rêxistinên civakî yên sivîl, em jî şopdarê vî karî ne. Hikûmeta AKP'ê di rewşa heyî de êdî nikare siyaetekê bike. Dema siyasetê dike dixitime û ev rewş nikare demeke dirêj dema bike."
BÎLÎCÎ: WE BI SAXÎ GIRTIN, EM BI SAXÎ DIXWAZIN'
Racî Bîlîcî jî bibîr xist, ku ji salên 90'î û vir ve gelek mirovên sivîl bi destê dewletê hatin windakirin, gelek gorên komî derketin holê û diyar kir, ev hemû di arşîva dewletê de hene.
Bîlîcî destnîşan kir, ku divê dewlet hesabê sûcên kiriye bide û got, "Dewlet baş dizane çawa û biriye ku derê. Ji wê demê heta niha, nêzîkatî û mejiyê dewletê neguheriye. Desthilatdariya AKP'ê vê îdîayê dike; 'Di dema min de winda nîne'. Lê belê gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di dema daxuyaniya çapemeniyê de li pêş bi dehan kamerayan hat qetilkirin û hê kiryar nehatiye eşkerekirin.
Heman senaryoya salên 90'î, niha li ser Hûrşît Kulter tê meşandin. Li xwe nagirin ku ew binçav kirine û bi vî rengî pêvajoya windakirinê didin destpêkirin. Em ê destûrê nedin vê. Ji bo dîtina Hûrşît Kulter, çi agahî li ber destê me hene me bi raya giştî ya cîhanê re parve kir û em ê heta dawiyê bibin şopdarên vê rewşê. Ev yek nîşaneya neguhertina polîtîkaya dewletê ye. Mesaja me zelal e: We Hûrşît Kulter bi saxî birin, em wî bi saxî dixwazin."