8 kesên ku ji bo Pirsûsê belavok belavkirin hatin binçavkirin

Ji 8 kesên ku 3 jê jin li ketina Kolanan Sanat a li semta Ofîs a Yenîşehîrê ku ji bo Pirsûsê belavok belav dikirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Amedê 8 kesên ku bi boneya salvegera qetlîama Pirsûsê a ku di 20’ê Tîrmehê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hate lidarxistin, belavok belav dikirin hatin binçavkirin. 8 kesên ku 3 jê jin li detina Kolana Sanat a semta Ofîs a navçeya Yenîşehîr a Amedê belvokên ku bi nivîsa “Wê hesabê qetlîaman bê pirsîn”, “Em ê ji kujeran hesab bixwazin” û “Şehîdên Pirsûsê nemirin” ji aliyê polîsan ve bi zorî xistin wesayîtên zirxî û binçavkirin. Nehat zanîn ku kesên ku hatin binçavkirin birin kû derê.

Di belavokê de ev bang hate kirin: “Bi boneya 1.salvegara qetlîama Pirsûsê ya ku 33 welatiyên welatparêz hatin qetilkirin, ji bo şehîdên xwe bibîr bînin û hesab ji hevkar û kujeran bixwazin li hev kom bibin.”

Her wiha di belavokê de hate diyarkirin ku wê 20’ê Tîrmehê li Goristan Yenî Koy wê bîranîn û li pêşiya avahiya AZC Plaza yê jî daxuyanî bê dayîn.