Li Başûrê Kurdistanê, Konferansa li ser perspektîfên Ocalan

Konferans ji aliyê Akademiya Siyasetê û Ramanê Demokratîk a navenda wê li Başûrê Kurdistanê ye, tê organîzekirin. Konferans wê îro li Palas Otel a li Silêmaniyeyê destpê bike.

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, wê konferansek bi mijara "Bi nêrînên Abdullah Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" bê lidarxistin. Tevî parêzerê Mandela Essa Moosa û parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez, wê Samûel Jordan ê DYA'yî, Nûnera Akademiya Jineolojî ya Rojava Zozan Sîma wê gelek qiseker amade bin.

Konferans ji aliyê Akademiya Siyasetê û Ramanê Demokratîk a navenda wê li Başûrê Kurdistanê ye, tê organîzekirin. Konferans wê îro saet di 10:00 de li Palas Otel a li Silêmaniyeyê destpê bike.

Konferans wê bi beşdariya 150 delegasyonan 3 rojan dewam bike. Piştî axaftina destpêkê ya li ser navê komîteya amadekar Dr. Faîk Gulpî, wê endamê Komîteya Navendî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan Mele Bextiyar bi mijara "Şert û mercên tecrîdê yên Ocalan di nav de ye, komploya navneteweyî, paradîgmaya Ocalan û pêşniyarên çareseriyê" pêşkêşiyekê bike. 

Dûre wê sînevîzyone li ser biyografiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nîşandan.

BEŞDARIYA JI WELATÊN CUDA

Konferans wê bi beşdariya qisekerên ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatan, 3 rojan dewam bike.

ROJA YEKEMÎN:

Bi moderatoriya Ertûgrûl Kurkçu wê li ser mijara "Piştperdeya komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan" Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û ji parezerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez pêşkêşiyê bikin. Li ser jiyana li Girtîgeha Îmraliyê jî wê Sozdar Cîzre û Necîbe Qereqdaxî baxifin. Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk jî wê moderatoriya mijara "Tecrîda li ser Ocalan û sîstema Îmraliyê" bike. Ji parêzerên Ocalan û endamê Însiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî Essa Moosa, Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica wê baxifin. Siyasetmedarê Kurd Hesen Cûdî wê pêşkêşiya mijara "Sedemên kaos û krîza li Rojhilata Navîn, analîzên Ocalan ên li ser krîz û kaosa li Rojhilata Navîn" pêşkêşiyê bike. Di rûniştina destpêkê ya konferansê de Antropolog Prof. Dr. Davîd Graeber, Hîndekarê Zanîngeha Hewlêrê Dr. Kamîran Mentiq, Nivîskar-Rojnamevan Îrfan Aktan û Samûel Jordan ê DYA'yî wê baxivin. Di rûniştina duyemîn de jî wê Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ji Sûriyeyê Fîras Qassas, ji Îranê Bahram Rehmanî û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar bipeyivîn.

ROJA DUYEMÎN

Rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a konferansê jî bi serenavê "Pirsgirêka azadiya jinê" destpê dike. Di vê rûniştinê de Zehra Mohammed a ji Fîlîstînê, Srood Ahmad û ji Kongra Star Leyla Reşîd Qehraman wê baxivin. Di rûniştina çaremîn de wê Alî Yasîn û ji KJA'yê Necla Bakir pêşkêşiyê bikin. Di beşa "Tecrûbeyên Çareseriyê yên Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk" de wê siyasetmedar Buşra Alî pêşkêşiyê li ser pêşniyarên Ocalan ên di vê der barê de bike. Di rûniştina destpêkê ya vê beşê de wê endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li ser "Hevgirtina cihêrengiyan-neteweya demokratîk" pêşkêşiyê bike. Her wiha Hevserokê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mansûr El Selûm wê mijara "Xweseriya Demokratîk, tecrûbeya Rojava/Bakurê Sûriyeyê" ragihîne. Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata jî wê li ser "Pêngava Demokrasiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê: Xweseriya Demokratîk" pêşkêşiyê bike. Di rûniştina duyemîn a vê beşê de wê Mansoûr Teîfûrî, Hawjîn Melle Amîn, nazan Ustundag û nûnera Akademiya Jineolojî ya Rojava Zozan Sîma baxivin.

ROJA SÊYEMÎN

Rûniştina destpêkê ya roja sêyemîn jî wê bi mijara "Li Rojhilata Navîn şoreşa azadiya jinê" destpê bike. Di vê rûniştinê de ji Iraqê Dr. Farah Sabir, Nûnera KJA'yê Ceylan Bagriyanik, Damezrîner û Seroka Koalîsyona Jinên Tûnisî Salwa Gîga, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim pêşkêşiyê bikin. Di rûniştina çaremîn de wê Leo Saldanha û Nahîde Zengîn pêşkêşiyê bikin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî wê moderatoriya rûniştina bi mijara "Di rastiya heyî de konfederasyona demokratîk a Rojhilata Navîn" bike. Di vê rûniştinê de Hevserokê KNK'ê Dr. Rebwar Reşîd, endama Desteya Rêvebe a Partiya Yekîtiya Suryaniyan Elîsabeth Cawriye, Rekawt Îsmaîl Îbrahîm û ji Iraqê Esad Hamad Riyahh baxivin. Di rûniştina dawî ya konferansê de wê "kampanyayên ji bo azadiya Abdullah Ocalan" werin nirxandin. Dr. Kamîran Berwarî, Essa Moosa, Aysel Tûglûk, Îbrahîm Bîlmez û Reîmar Haîdar wê baxivin. Piştî konferansê wê encamnameyek bê weşandin.

...