Şoreşa Rojava xwe dispêre keda bi dehan salan
Hevserokê Meclîsên Gel ên TEV-DEM'ê Ahmed Şêxo got, li pişt Şoreşa 19'ê Tîrmehê keda bi dehan salan heye û destnîşan kir, ku piştî Ocalan derbasî Rojava bû, bingeha şoreşa Rojava hatiye danîn.
Hevserokê Meclîsên Gel ên TEV-DEM'ê Ahmed Şêxo got, li pişt Şoreşa 19'ê Tîrmehê keda bi dehan salan heye û destnîşan kir, ku piştî Ocalan derbasî Rojava bû, bingeha şoreşa Rojava hatiye danîn.
Hevserokê Meclîsên Gel ên TEV-DEM'ê Ahmed Şêxo got, li pişt Şoreşa 19'ê Tîrmehê keda bi dehan salan heye û destnîşan kir, ku piştî Ocalan derbasî Rojava bû, bingeha şoreşa Rojava hatiye danîn.
Hevserokê Meclîsên Gel Ahmed Şêxo Ahmed Şêxo yê di berxwedana Kobanê de birîndar bû, bi wesîleya çaremîn salvegera Şoreşa Rojava ji ANF'ê re axivî.
ME XETA SÊYEMÎN HILBIJART
Şêxo da xuyakirin, ku ji bo fêmkirina 19'ê Tîrmehê divê rewşa Rojavayê Kurdistanê ya beriya şoreşê bê fêmkirin û got, "Pêwîste mirov rewşa Kobanê fêm bikin. Ne karekî şevekê bû, ku Şoreş hema ji ber xwe ve hat ragihandin. Di pêkhatina vê şoreşê de keda bi dehan salan heye. Bi taybetî, piştî ku Rêber Apo hat vê herêmê, hat Kobanê, vê kedê destpê kir. Mirov dikarin bêjin, zemîna ku ev şoreş afirand, ev e."
Ahmed Şêxo bal kişand ser nîqaşên di destpêka krîza Sûriyeyê de rû dan û anî ziman, ku ji hin hêzan hebû mîna Tûnis, Lîbya û Misirê wê di nava mehekê de biqede. Şêxo got, "Li ser vê yekê, di bin kontrola hêzên derve de bi lez û bez mûxalefetek hat afirandin. Taybetmendiya herî girîng a vê mûxalefetê jî ne dijberiya rejîmê bû, taybetmendiya wê dijberiya Kurd bû. Vê rewşê bi demê re xwe bi rengekî zelal nîşan da."
Hevserokê Meclîsên Gel Ahmed Şêxo da xuyakirin, ku dema krîza Sûriyeyê destpê kir, weke Tevgrea Civaka Demokratîk (TEV-DEM) nêrîn û felsefeyeke wan hebû û wiha dewam kir: "Me xweseriya Sûriyeyê baş fem kir û nîqaş kir. Em ne bawer bûn ku Sûriye mîna welatên din zû bikeve. Li gorî me, ev rewş wê demeke dirêj dewam bikira. Lewma em gihaştin wê baweriyê ku reya herî baş a di vê rewşê de rêxistinbûn e. Rêxistinbûna herî girîng jî rêxistinbûna gel bû. Li aliyekî me ev dikir, li aliyê din jî me rêya sêyemîn, xeta sêyemîn hilbijartin. Li gorî me, cihgirtina li aliyekî, wê bi kêrî vî gelî, bi kêrî Sûriyeyê nehata."
RAGIHANDINA RÊVEBERIYÊN XWESER Û HIKÛMETÊN KANTONAN
Şêxo diyar kir, Şoreşa 19'ê Tîrmehê çawa ku xwe spart kedekê û xwe bi rêxistin kir, ji dem û rengê şoreşê jî guherîn û pêşketinên girîng pêk hatin. Şêxo got, "Şoreşa bi rengê Kurd ê li bajarekî destpê kir, hem xurt bû, hem jî hemû gelên li vê xakê dijîn di nava xwe e vehewand. Piştî demeke kurt, kantonên din jî tevlî şoreşê bûn û rêveberiyên xweseriya demorkatîk û hikûmetên kantonan hatin ragihandin. Li hemberî hemû gefên li ser kantonan, bi taybetî li dijî belayê DAIŞ'ê ku cîhanê nikarîbû pê, têkoşîn hat kirin û ev bela hat têkbirin."
ŞIKESTINA DAIŞ'Ê DI HEMAN DEMÊ DE ŞIKESTINA HÊZÊN SERDEST ÊN LI KURDISTANÊ BÛ
Ahmed Şêxo destnîşan kir, ku şikestina DAIŞ'ê di heman demê de şikestina hêzên serdest ên Ereb, Tirk û Fars ên li erdnîgariya Kurdistanê bû. Şêxo di dewama axaftian xwe de got, "Vê yekê bi xwe re pêşketinên girîng anî. Ji van pêşketinan a sereke, gihaştina hev a du kantonan e. Pêşketina din jî li qada dîplomatîk rû da. Di şexsê Rojava de gelê Kurd bêhtir hat naskirin û têkoşînên li parçeyên din tên meşandin jî baştir hatin fêmkirin. Dîsa jî di nava van de ya herî girîng jî ew bû, ku hat fêmkirin ev şoreş ne tenê ji bo herêmên Kurdan e, ji bo tevahiya Sûriyeyê ye. Lewma projeya Meclîsa Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ket meriyetê. Ev rewş, di mijara demokratîkbûna Sûriyeyê de hê jî çareseriya herî maqûl û tê qebûlkirin e. Wekî din Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ku hemû gelan temsîl dike, li ser navê hemû gelan serketineke cidî ya leşkerî ye."
ŞOREŞA ROJAVA JI HER ALÎ VE XWE AFIRAND Û HELDANÊN DIJMINAN PÛÇ KIR
Hevserokê Meclîsên Gel Ahmed Şêxo destnîşan kir, ku pêşketina herî mezin jî li qada perwerdeyê çêbû û got, "Ji bo gelên xwedî reng û zimanên cuda, nêzîkatiya herî demokratîk perwedeya bi zimanê dayikê ye, ev yek hat destpêkirin. Mafê her kesên li vê xakê dijîn heye, ziman, çand, bawerî, perwerde û jiyanê biparêze, ava bike. Her kes bû xwedî vî mafî. Mafên civakî û aborî yên gel radestî gel hatin kirin. Ji bo jiyana madî bi kêrî gel were, hê bêhtir projeyên aboriyê hatin afirandin. Şoreşa Rojava ya ku ji her alî ve hewl hat dayîn bê fetisandin, ji her alî ve xwe ava kir, afirand û planên dijminan pûç kir."