Şerê piştî êrîşa çeteyan destpê kir berdewam dike

YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan a li bajarokê Eyn Îsa, Şêxler û Kobanê dewam dikin.

YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyan a li hember xaka Rojava bê navber deam dikin. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin û wesayîtekî bombebarkirî jî hate rûxandin. YPG’ê da zanîn ku di lêgerîna yekîneyên wan de dest danîne ser gelek cebilxane,35 cenazeyên çeteyan jî di destê wan de ne, her wiha 2 çete jî bi saxî hatin girtin.

ÊRÎŞÊN ÇETEYAN BÊNAVBER DEWAM DIKIN

YPG’ê têkildarî şerê li herêmê ev agahî parve kirin: “Şerên piştî êrîşê çeteyên DAIŞ’ê ya ku 16’ê Tîrmehê li dijî qada dikeve navbera bajaroka Eyn Îsa û rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê lidarxistibû destpêkir hê jî berdewam dikin.

17’ê Tîrmehê komên çeteyan bi wesayîtên teqemenî êrîş birin li ser gundên Kadiriyê û Kurdîşanê ya dikeve heman herêmê. Hêzên me li gundê Kurdîşan wesayîtekî teqemenî ji dûr ve teqandin û wesayît hate rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”

GELEK CEBILXANE KETIN DESTÊ ŞERVANAN

YPG’ê destnîşan kir ku xebata lêgerîna şervanan a li vê herêmê hê jî didome û got, “Di lêgerîna hêzên me tevî 35 termê çeteyan 17 kleş û 42 jerjorên kleşê, 1 roketavêja B7 û 6 guleyên wê, 2 BKC û 5 qutî fîşekên BKC, 5 çeka UZÎ û 2 bêtel desteser kirin. Hêzên me di van şeran de 2 çete jî bi saxî girtin. Operasyona hêzên me ya li vê herêmê berdewam dike.

 Şeva 17’ê Tîrmehê çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn û Jorîn bi çekên giran êrîş birin ser bajaroka Şêxler û gundê Zormixar ên dikevin rojavayê başûr a Kobanê.

ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ ROJAVA DEWAM DIKE

Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 17ê Tîrmehê de bi çekên giran êrîş birin li ser hêzên me yên li derdora gundê Yapsê ya dikeve rojhilatê Kobanê ku erka xwe ya ewlekariyê bi cih danîn.”