Cenazeyên 4 şervanan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên di Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatin veşartin.

Ji bo veşartina cenazeyên şervanên Hesekêyî Rûken Oso (Rûken Mêrxas), Rojîn Elî (Arîn Mîrkan), Ednan Xilêf (Kemal Hesekê) û Mihemed Mihemed (Agirî Reşo) ên di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, girseya gel li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê li hev civiya.

Girseya cenazeyên her çar şervanan ji navenda Saziya Malbatên Şehîdan wergert û bi karwanek ji sedan wesayîtî ku bi wêneyên her çar têkoşeran hatibûn xemilandin bir Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê û merasîma leşkerî ya li Şehîdgehê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zubeyda Bîco peyivî û got, "Bi saya şehîdên xwe em li herêmên ewle û aram dijîn. Destketiyên me yên îro bi fedekarî û berxwedana şehîdan bi dest ketin."

Ji rêveberên TEV-DEM'ê Cahîd Hesen jî banga mezinkirina yekîtî û têkoşînê kir.

Piştî axaftinan nasnameyên her çar şervanan hatin xwendin. Girseya gel sersaxî ji malbatên şervanan re xwest.

Girseya gel darbestên şervanan hilgirt ser milan û li ber tilîliyên dayikan spartin axê.

NASNAMEYÊN ŞERVANAN

Nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî ne:

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Rûken Mêrxas
Nav paşnav: Rûken Oso
Navê dayikê: Zerga
Navê bav: Ebdulxenî
Cihê jidayikbûnê Hesekê
Dîroka tevlîbûnê: Hesekê 2015
Dîroka şehadetê: Minbic 13-7-2016

Nasnav: Rojîn Elî
Navê Rast: Arîn Mîrkan
Navê dayikê: Xada
Navê bav: Ebdulkerîm
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka tevlîbûnê: Hesekê 2015
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 13-7-2016

Nasnav: Kemal Hesekê
Nav paşnav: Ednan Xilêf
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê dayikê: Dela
Navê bav: Dehan
Cih û dîroka tevlîbûnê: Qamişlo 2015
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 11-7-2016

Nasnav: Mihemed Mihemed
Nav paşnav: Agirî Reşo
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê dayikê:Necah
Navê bav: Newaf
Cih û dîroka tevlîbûnê: Hesekê 2013
Cih û dîroka şehdatê: Minbic 9-7-2016