‘Pêwîst e parêzer û malabata Ocalan demildest biçin Îmraliyê’

Li Wanê nûnerên saziyên civaka sivîl û hiqûqnas, xwestin ku piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e demildest têkîldarî rewşa Ocalan raya giştî bê agahdarkirin, parêzer û malbata Ocalan hevdîtinê bikin.

Hiqûqnas Cemal Demîr ku parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û çend caran li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kiriye, destnîşan kir ku 15’ê Tîrmehê ji derveyî kevneşopiya darbeyan bû û rewşek cuda pêk hatiye. Demîr got şerê desthilatdariya mabeyna Erdogan û Cemaatê bi gurtirî dewam dike.

‘DIVÊ DEMILDEST BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK WERIN’

Demîr destnîşan kir ku di pêvajoyek wisa krîtîk de hê têkîldarî Girava Îmraliyê ku yek ji navendên siyasî yê qedera Tirkiyeyê diyar dike, agahiya wan nîne û ev rewş fikaran dide avakirin.

Demîr wiha dewam kir: “Birêz Ocalan di hevdîtinên bi parêzer, bi heyeta dewletê û HDP’ê re her tim bal kişande ser gotina ‘klîka darbeyê’ û ev xetere nîşan da.  Birêz Ocalan ku her tim talokeya darbeyê anî ziman û di ferqa vê de bû, elbet wê di hedefa vê klîkê de be. Pêkhateyek ku avahiyên emniyetê bombe kirin, kulliye, meclîs bombe kirin, bixwazî nexwazî xetereya li ser rewşa Abdullah Ocalan jî tîne bîra mirov. Her çiqasî hikûmetê agahî dabe HDP’ê jî ev ne tatmînkar e. Pêwîst e demildest parêzer û heyeta HDP’ê biçe Îmraliyê. Li ser vî esasî civaka Kurd têkîldarî çûyina Îmraliyê di nav bendewariyek mezin de ye.”

ÇEV-DER: PÊWÎST E RÊXISTINA EFÛYÊ YA NAVNETEWEYÎ BIKEVE DEWRÊ

Serokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kalçik jî got, “Mabeyna qeyûman û darbeyê çi ferq heye? Her du jî bi zorê hilbijêrtiyan ji rêveberiyê kirine.”

Kalçik bal kişand ku mafên Ocalan ê mîlyonan mirov wek îrade qebûl dike tên xespkirin, got, “Ev bêrêziyek li dijî mîlyonan e. Pêwîst e demildest hevdîtin pêk were. Tirkiye di pêvajoyek girîng re dibuhire û gerek dike Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bikeve dewrê.”