Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê got, “Şoreşa Rojava ku bi keda Rêber Apo ya 20 salan û di çarçoveya paradîgmaya Civaka Demokratîk de pêk hat, hê ji niha ve li ser esasê cudahiyên gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji bo jiyanek wekhev, azad û hevpariya dildarî bûye ronahî, li Rêber Apo, gelên me û tevahî mirovahiyê pîroz be.”
KCK’ê di şexsê Şehîd Şîlan Kobanê, Xebat Dêrik, Diyar Bagok, Arîn Mîrkan, Rûbar Qamişlo, Destîna Başûr, Zehra Penaber û Feysel Ebû Leyla de şehîdên Şoreşa Rojeva û tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minet bi bîr anî, soza dilsoziyê dubare kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê me yê Rojava wek gelekî ku piştgirî daye têkoşînên şoreşê yên li her parçeyên Kurdistanê, bi taybet bi awayekî praktîkî tevlî Şoreşa Bakurê Kurdistanê bûye û bi hezaran şehîd daye” û wiha dewam kir: “Ezmûnên ji têkoşînên şoreşê yên her çar parçeyan û Şoreşa Rojava ya li ser esasê Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Rêber Apo serkeftin bi dest xistiye, bi azadiya jin ve karaktera xwe ya demokratîk kûrtir û berfirehtir kiriye û ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Bi vê karakterê ve, gelê me yê Rojava Şoreşa Bakurê Sûriyeyê têkneçûyî kiriye. Di hûnandina jiyana hevpar de ku gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî, Ermenî bi dildarî tevlî dibin, parastin û pêşxistina wê de jî Ruhê Berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê heye. Di vê ruh û tarzê berxwedanê de heqîqeta afirandina serkeftinê ya di şertên herî zor de heye. Kevneşopiya têkoşîna hevpar û serkeftinê ya gelên me ku di şexsê Şehîdên 14’ê Tîrmehê û tarza wê ya serkeftî de xwe eşkere dike, li dijî her cure paşverûtî û dijşoreşiyê, bi berxwedana xwe ve serkeftina Şoreşa Rojava teqez dike.
Berxwedana Kobanê ya ku li dijî êrîşên çeteyên AKP-Qesrê û çeteyên DAÎŞ’ê ku yekdestiyên sermaye û desthilatdariyê yên gerdûnî û herêmî wek hêza êrîşê li dijî gelê me bi kar tînin ji bo parastina nirxên mirovahiyê pêş ket, bû yek ji berxwedanên ku dîrokê kêm dîtî.Şoreşa Rojava ya bi hêza yekbûyî ya cewherî ya gelên me pêş ket, li şûna teslîmbûnê, nebûnê bi berxwedanê xwebûn û derfetên her tiştbûnê derxistiye holê. Encama şoreşa bi berxwedanê hate bidesxistin jî Federasyona Sûriyeya Bakur derxist holê ku tevahî gel bi awayekî azad û demokratîk tê de dijîn.”
Di daxuyaniya Konseya Rêveber de wiha hate gotin:
“Federasyona Sûriyeya Bakur a li ser esasê Sûriyeya Demokratîk, Kurdistana Azad hate ragihandin, ji bo gelên Sûriyeyê û tevahî gelên herêmê bûye hêviya esas. Îro şerê berxwedanê yê li Heleb, Minbic, Hesekê û seranserî Bakurê Sûriyeyê sing bi sing tê meşandin, bi pêşxistina xwerêveberiyan, meclîs, komun û kooperatîfan bi avakirina demokratîk re tê tacîdarkirin. Şoreş, xwe li ser vî esasî berfireh dike û mîsoger dike.
Di serî de komên Federasyona Sûriyeya Bakur, ji bo tevahî civakên Sûriyeyê bêyî cudahiyek etnîk, olî, çandî, zimanî û hwd. bê kirin, bi parastina tevahî cudahiyan ve, avakirina jiyanek hevpar a li ser esasî azadî û dildariyê tenê bi çareseriya neteweya demokratîk ve gengaz e ku li gor pêkhateya dîrokî-civakî û çandî ya gelan e. Bi avakirina xwerêveberî, xweparastin û aboriya komunal demokratîk a wek neteweya demokratîk tê formuluzekirin û ji bo tevahî pirsgirêkên gelan wê bibe çareserî, di serî de Sûriye, bi karaktera ku wê ji bo tevahî pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn bibe çareserî re hê ji îro ve ji bo mirovahiya demokratîk û azad bûye navenda kêşanê.
Em bawer dikin ku Şoreşa Rojava ya di 5’emîn sala xwe de bi Pêngava Fermandar Ebû Leyla de pêş dikeve, li ser esasê Federasyona Sûriyeya Demokratîk wê tevahî Sûriyeyê demokratîk bike, li ser vî bingehî em tevahî gelên di vê têkoşîna dîrokî de cih digirin bi tevahî coşa xwe ya şoreşgerî silav dikin, dîsa dubare dikin ku em ê her tim li gel wan bin.”