KCK: Têkoşîna me ya duh wê îro jî bi hemû biryardariyê bidome

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Heta ku Tirkiye demokratîk nebe û pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê têkoşîna Tevgera me ya Azadiyê bi gelek rê û rêbazan dewam bike û ji duh zêdetir bi hemû biryardariyê wê îro jî dewam bike.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku piştî desthilatdariya AKP’ê darbeya di 7’ê Hezîranê de li hember hêzên demokrasiyê li dar xist û şûn de bi polîtîkayên dijminahiya li hember Kurdan, li hember vîna demokrasî û azadiya gelan êrîş pêk anîn, bajar şewitandin û hilweşandin. KCK’ê diyar kir ku fermandar û generealên ku hewldanan darbeyê kirin bi ser bajarên Kurdan ve bi rê kirin. KCK’ê wiha ragihand: “Biryara hilweşandin û şewitandina bajarên Kurdan û qirkirina wan ji aliyê Tayyîp Erdogan û destihiladariya AKP’ê ve hate dayin. Desthildariya AKP’ê û general û sûbayên ku niha girtine, bi hevparî li hember gelê Kurd sûcê mirovahiyê kirine. Piştî bajar hatin hilweşandin û şewitandin, ev bajar bi qedexeyan hatin pêçan, rê nehat dayîn ku gel bigihijin mal û warên xwe, rê nedan ku kolan û taxên xwe ji nû ve ava bikin.”

 ‘LI HEMBER SEPANÎNÊN DERVEYÎ DEMOKRATÎKBÛNÊ MAFÊ HERÎ MEŞRÛ YE’

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de wiha hate gotin: “Dema ku bajar hatin şewitandin, talankirin û hilweşandin, destlênedayîna parlamenteran hate rakirin, hevşaredar hatin girtin, ji peywirê hatin kirin. Li Kurdistanê her cure zext û êrîşên ku di ti demên darbeyê de nehatine kirin hatin pêkanîn. Hewldana darbeyê ya di 15’ê Tîrmehê de encamên polîtîkayên antîdemokratîkbûna AKP’ê ye ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê dabû meşandin. Çeresernebûna pirsgirêka Kurd û demokratîknebûn wê li Tirkiyeyê bingehê darbeyê her hebe. Li şûna ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavan bavêjin, êrîşên çewisandinê yên ku ne bi rêbazên siyaseta demokratîk ên li hember têkoşîna azadiya Kurd pêşî li darbeyê didin vekirin, weke ku Rêber Apo bal dikişan ser bi van hewldanan rê li pêşiya darbeyê tên vekirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Niha baş hatiye fêhmkirin ku demokratîknebûn ango avanekirina Tirkiyeyeke demokratîk zemîn ji van darbeyan re çêkiriye. Ji bo vê jî gelên Tirkiyeyê û gelê me li her deverê li dijî polîtîkayên ne demokratîk û sepanîn divê dengê xwe derxînin. Ev heqê herî rewa yê gelê me ye. Di nav vê çarçoveyê de ti qedexeyên weke li Sûrê, Şirnexê, Nisêbînê, Geverê, Cizîrê û Hezexê nas neke û xwedî li mal, kuçe û taxên xwe derbikeve. Lidijderketina sepanînên ne demokratîk heqê herî meşrû yên gelên me û gelê me ye.

Heke Tirkiye wê demokratîk bibe û pêşî li darbeyên were girtin, gelên me divê li dijî her cure polîtîkayên dijdemokratîk derkevin. Li ti deverê ti qedexeyên dijdemokratî nas nekin û astengan rakin. Gava vê ya pêşî divê rakirina qedexeyên li qadên berxwedanê yên xwerêveberiyê ki Kurdistanê be û xwedî li van taxên derbikeve. Divê destûr neyê dayi bajar û taxan bikin baregehên ku polîtîkayên serwer ên qirker li ser gel pêk bînin. Heke wê behsa têkoşîneke demokrasiyê were kirin, heke wê li dij darbeyê helwesteke were nîşandan, di serî de divê helwesteke wiha were nîşandan.’’

 ‘GELÊ ME WÊ TÊKOŞÎNA XWE YA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ BIDOMÎNE’

KCK’ê herî dawî wiha got:

‘’Her kes qebûl dike ku darbe ji nedemokratîkbûnê tê. Ji bo vê jî têkoşîna ji bo rakirina rejîma darbeyê ya li Kurdistanê heqê herî rewa û xweristî ya gelê me ye. Ji bo vê jî gelê me çawa ku duhî dikir îro jî wê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ku ev ê bibe hîma demokratîkbûna Tirkiyê jî, bide. Îro hê jî ne li Tirkiyê rêveberiyeke demokratîk heye û ne jî li Tirkiyê demokrasî heye.

AKP vê hewldana darbeyê bi kar tîne, hêla xwe ya faşîst, karekterê xwe yê otorîter û dijminatiya xwe ya demokrasiyê vedişêre û êrîşên xwe bi rehetî pêk tîne. Zelal bûye ku hikûmeta AKP’ê wê vê darbeyê bi kar bîne û polîtîkaya meşrûkirina rejîma faşîst û çewisandina hemû rikbera bixebitîne. Ji bo vê jî têkoşîna li dijî hemû polîtîkayên dijdemokratîk ên AKP’ê ya gelê me rewa ye û heya ku Tirkiye demokrat nebe û meseleya Kurd çareser nebe jî, têkoşîna pirhêlî ya Tevgera Azadiyê çawa ku duh didomiye îro jî bi biryardarî wê bidome.’’