HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyanî da
HGP’ê, têkildarî encamên şer û çalakiyên ku li Mêrdîn, Dersîm û Agiriyê hatin lidarxistin agahî dan.
HGP’ê, têkildarî encamên şer û çalakiyên ku li Mêrdîn, Dersîm û Agiriyê hatin lidarxistin agahî dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û çalakiyan daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
MÊRDÎN
“13’ê Tîrmehê saet 19:00’an artêşa TC bi alîkariya pêgerên keşfê ji navenda Mêrdîn heta bejahiya navçeya Dêrikê operasyonek da destpêkirin. Artêşa Tirk di vê operasyonê de hinek gir girtin. Her wiha artêşa Tirk bi zanabûn bejahiya Kolikê, Sêvê û Arban ên girêdayî navçeya Şemrexê jî şewatandin.
DERSÎM
17’ê Tîrmehê hêzên me saet di 22:00’an de rêya Dersîm û Xarpêtê girtin û nasmame kontrol kirin. Her wiha li vir 1 TIR a aîdî dewletê jî hate şewitandin.
AGIRÎ
9’ê Tîrmehê saet di 12:00’an de li herêma Sînega ya girêdayî Agiriyê, dema komek gerîlayên me diçin ser erka xwe li ser rê rastî leşkerên artêşa TC hatin û şer qewimî. Di şer de 2 hevriyên me bi şerekî qehremenî şehîd ketin. Wê têkildarî nasnameyên hevriyên me piştre agahî werin parvekirin.
17’ê Tîrmehê saet di 22:00’an de yekîneyeke me li hember stasyona bazê ya Turkcellê ku li gundê Turmen a girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê bû, çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de stasyon hate îmhakirin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Pêgerên bêmirov ên keşfê yên artêşa TC, 17-18’ê Tîrmehê li ser herêmên Zap, Garê û Xakûrkê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan.”