Çeteyên DAIŞ'ê îro ber destê sibehê saet di 04:00 de, ji 3 baskan ve êrîşî Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi tundî bersiv dan çeteyan.
Çeten ji bakurê Minbicê êrîşî aliyê Çemê Sacûrê, li aliyê başûr êrîşî gundên Qera El-Kebîra, Qera El-Zixîra û Oseclî Tok El-Xelîl û li aliyê rjoava jî êrîşî gundê Um Edese kirin. Çeteyên êrîşkar derbên giran xwarin.
Di vî şerî de 111 çete hatin kuştin, maşîneke ziexî û hawanek çeteyan hatin rûxandin. Her wiha gelek çek û cebilxaneyen çeteyan jî ketin destê şervanan.
Balafirên şer ên hêzên koalîsyona Sûriyeyê jî bombe li cihên çeteyan barandin.