Di teqîna li Nisêbînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, duh êvarê teqînekê rû da. Di encama teqînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, duh êvarê teqînekê rû da. Di encama teqînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ji aliyê Ajansa Nûçeya a Dîcleyê ve hatin weşandin, Heyhat Mujde ya 43 salî û keça wê Saadet Mujde ya 19 salî, ji bo eşyayên xwe yên li mala xwe ya li taxa Yenîşehîrê derxîin derve çûn taxê, lê di vê kêliyê de teqînê rû da. Ji ber teqînê her du jinan jiyana xwe ji dest dan.
Piştî teqînê, xizmên her du jinan, piştî ku belgeyek polîsan îmze kirin destûr ji wan re hat dayîn ku biçin cihê teqînê. Li gorî agahiyan, ji bo rakirina cenazeyan li ekîbên 112 hatiye gerîn, lê bersivek neyînî di vî warî de hatiye dayîn.
Cenazeyên dayik û keça wê hê li taxê n e û polîs nahêle kes bikeve nava taxe.