Piştî ku li Licê ya Amedê "qedexeya derketina li derve" hate ragihandin Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Meclîsa Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, 8’ê Hezîranê çû herêmê û têkildarî rewşê raporek amade kir. Rapor li Salona Konferansê ya KCD’ê hate eşkerekirin.
Çalakgera Meclîsa Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Feyziye Sumer diyar kir, li gorî çavdêriyên şahidan şewat bi piranî ji hêla helîkopteran hatiye derxistin. Sumer got li hin deveran cerdevan jî di nav de bi destên hêzên leşkerî şewat hatiye derxistin. Di raporê de tespîtên der barê gund û gundikan de jî cih girt.
ÇI QEWIMÎ?
Çavdêriyên raporê:
Gundikê Mehfûz a Goma: Li vir şewat ji hêla helîkpotêran ve hatiye derxistin. Li gundikê Kabilê 3 rez û 3 malên gundiyan bi destê cerdevanan hatine şewitandin.
Gundikê Banadirêj: Li vê derê daristana 3 hektarî ji hêla helîkopteran hatiye şewitandin.
Gundikê Dêrxûstê: Li vir şewata 300 darên behîvan û 300 donim rez ji hêla helîkopteran van hatiye derxistin.
Gundê Cinêzûrê: Şewata li vir jî ji hêla helîkopteran ve hatiye derxistin. Di encamê de 5 hektar daristan û 200 darên fêkî hatine şewitandin. Li gundê 30 malî 150 donim rez û 5 hezar darên fêkî hatine şewitandin.
Gundikê Mehlê: Darên tûyê ku dibêjin 100 salî ne 80 darên 50 salî hatin şewitandin. Li vî gundikî her wiha 6 baxçe, 100 darên fêkî û 80 donim daristan hatine şewitandin.
Gundê Kerwas- Nenyasê: Li vê herêmê 50 hektar daristan hatine şewitandin.
Deşta Fîsê: Ji hêla helîkopteran ve 300 donim zeviyên çandî hatine şewitandin."
ÇAVDÊRIYÊN EKOLOJÎSTAN:
*Daxwaza agirkujiyê ya Şaredariyên Navçeyê û Şaredariya Bajarê Mezin bi gotina 'Fermana Qeymeqamiyê heye hûn nikarin biçin' ji hêla leşkeran ve hatiye redkirin.
*Li gel ku îxbara şewatê hatiye kirin jî ti mudaxele nehatiye kirin.
*Gundiyan gotin leşkeran hemû xortûmên avdanê şewitandine û kanên avê jî bi keviran hatine girtin.
*Li gorî gotinên gundiyan li Gundê Mîzagê gelek zeviyên genim hatine şewitandin û li Gundê Çemê Êlika jî gelek werz û baxçe ji hêla leşkeran ve hatine şewitandin.