DBP: Divê malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin
DBP: Divê hikûmet li gorî berpirsyariya xwe û derbaskirina fikaran tevbigere, bi lezgîn rê bide ku malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.
DBP: Divê hikûmet li gorî berpirsyariya xwe û derbaskirina fikaran tevbigere, bi lezgîn rê bide ku malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.
DBP’ê diyar kir ku piştî hewldana darbe û bûyerên piştre diqewimin, di asteke kirîtîk re derbas dibe û wiha got: “Divê hikûmet li gorî berpirsyariya xwe û derbaskirina fikaran tevbigere, bi lezgîn rê bide ku malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bal kişand ku di 15’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê hewldana darbeyekê hate kirin û wiha dewam kir: “Hewldana darbeyê û bûyerên ku piştre qewimîn di asteke kirîtîk re derbas dibin. Ev rewşa krîtk di aliyê rewşa Birêz Ocalan de fikaran zêde dike. Ev fikar hem di aliyê malbat hem gelê Kurd û hem jî di raya giştî de her ku diçe bilind dibe. Lê mixabin di vî warî de helwesta hikûmetê nediyar e û neketiye nav hewldana ji bo derbaskirina fikaran.”
DBP’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Divê hikûmet li gorî berpirsyariya xwe û derbaskirina fikaran tevbigere, bi lezgîn rê bide ku malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.” DBP wiha pê de çû:
“Di vê demê de ku bûyerên nearam diqewimin û rewşên krîtîk pêk tên, hikûmet xwe giran dike, nakeve nava hewldanên ku fikaran derbas bike û dibe sedem ku fikarên gelê Kurd hê kûrtir û zêdetir bibe. Ev fikar fikareke bi maf û di cih de ye.
Yên ku naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bikin, di nava hêz û tevgerên mekanîzmeya darbeyê de ne, polîtîkayên bingehîn ku peywendiya Birêz Ocalan a bi malbat û raya giştî re qut kirine dişopînin. Hewldanên ku ev salek e pêk tên, me tevahiyan mexdûr dike. Kiryar û qirkinên di nava salekê de hate kirin di asta herî jor a mekanîzmeya darbeyê de hate kirin, bû sedem ku îro Tirkiyeyê ber bi rewşeke ku nikare ji nav derkeve biçe.
Ji bo ku Tirkiye xwe ji vê hezê rizgar bike, divê rêya demokrasiyê bişopîne, dermanên her cure darbeyan, komployan, provakatoran û otorîteyan demokrasî ye, çareseriya demokratîk e; rê û rêbaza çareseriyê ye. Sepanînên antîdemokratîk, polîtîkayên tecrîdê pirsgirêkê hê kûrtir dike.
Em weke Partiya Herêman a Demokratîk bang li hikûmetê dikin ku di vê rewşa kirîtîk de hem di çareserkirina pirsgirêka Kurd de hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê vegere rêyên aştiyane û demokratîkbûnê. Li ser vî bingehî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi armanca vegerîna muzakereyê, ji bo muzakere bi aweyekî saxlem û bi tendirust pêk were divê bi lezgînî tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, ewlekarî û azadiya Ocalan bê gerantîkirin.”