Li Dusseldorfê mîtînga ji bo Ocalan

Kurdên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li hev civiyan, fikarên xwe yên li ser rewşa Ocalan bilêv kirine û xwestin, di vî warî de derhal hewldanek bê kirin.

Endîşeyên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê zêde bûn, Kurdên li Ewropayê xistin nava tevgerê. Kurdan li pêşiya Stasyona Navendî ya li bajarê Dusseldorfê mîtîngek lidar xistin û xwestin, derhal destûr ji hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re bê dayîn. Kurdan polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk protesto kirin û pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" vekirin.

Di dema vê çalakiyê de komek ji faşîstan xwest êrîşî çalakgeran bikin. Yek ji van kesên êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, lê piştî demeke kurt hat berdan.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û bi zimanên Kurdî û Elmanî dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujerê jinan Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Duh Hîtler, îro Erdogan" hatin qîrîn.

Çalakî saet di 20:00 de qediya.

...