'Şoreşa Rojava mirovahiyê û Rojhilata Navîn ronî dike'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, Şoreşa Rojava mirovahiyê û Rojhilata Navîn ronî dike û got, vê berxwedanê têkoşîna gelê Kurd ji cîhanê re vegotiye.

Kalkan di hevpeyvîna xwe ya li ser şerê dewleta Tirk di 24'a Tîrmehê de hat destpêkirin de, ku wê piştî çend rojan bê weşandin, Şoreşa Rojava jî nirxand.

Kalkan vîna di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê destpê kir pîroz û silav kir û got, "Ez hemû şehîdên leheng bi bîr tînim. Piştî du salan jî, Kobanê careke din bû navenda parastina şoreşa rojava. Veguherî qadeke ku çarenûsê diyar dike. Serketina li Kobanê, rehê şoreşê bêhtir berda nava kûrhaniyê. Faşîzma DAIŞ şikand. Ev serketin li gelemperiya Cizîrê belav bû. Beşeke mezin a Rojavayê Kurdistanê xwe gihand yekîtiya demokratîk."

Kalkan da xuyakirin, ku ew hêvîdar in di sala çaremîn a şoreşê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk azadiya Minbicê diyarî gelan bikin û têkoşîna van hêzan silav kir, şoreşa azadiyê jî pîroz kir.

Kalkan anî ziman, Rojava her tim li hemberî gefên Tirkiyeyê li ber xwe daye û xurt e. Kalkan got, "Destketî û siberoja gelê Kurd parast.Berxwedana Kurdan li cîhanê belav kir û rastî jî her pêş dikeve. Şoreşa Rojava di salvegera çaremîn de hê jî Rojhilata Navîn û mirovahiyê ronî dike.

Ev rewş nîşan dide ku Şoreş dewam dike, bi pêş ve diçe û wê bi serketinên nû her dewam bike. Li ser vê bingehê, di salvegera çaremîn de ez careke din Şoreşa Azadiyê ya 19'ê Tîrmehê li gelên Rojava û mirovahiyê pîroz dikim, şehîdên wê bi rêzdarî bi bîr tînim, ji Hêzên Azadiyê yên Rojava re di pêngava Minbicê û di têkoşîna Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAIŞ'ê de serketinan dixwazim."