KNK: Di salvegera 4. de Şoreşa Rojava bi rengekî serketî dewam dike

KNK, salvegera çaremîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û destnîşan kir, ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve bi rengekî serketî dewam dike.

Konseya Rêveber a KNK'ê, di salvegera çaremîn de Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê pîroz kir. 

Di daxuyaniya KNK'ê ya li ser mijarê de bal hat kişandin ser dewamiya êrîşên li ser Rojava, êrîşên ji bo têkbirina sîstema xweser û hat gotin, "Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser kar in. Bi hemû tiwana xwe êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî dewam e."

Konseya Rêveber diyar kir, Şoreşa Rojava bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan hatiye avakirin û pêş ve birin û wiha dewam kir: "Ji bo şoreş bi pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, berdelên gelekî mezin hatin dayîn. Berxwedana bêhempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê cîhanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destanek navneteweyî."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremaniyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser û avakirina civakeke rêxistinbûyî li herêmê bûye mînakek. 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi taybetî li hemberî sîstemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê de rola jina azad, bûye mînakek cîhanî û bala hemî Cihanê dikişîne ser xwe. Rola jina Kurd di Şoreşa Rojava de, kete rojeva cîhanê û bi baldarî tê şopandin.

Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve, di çaremîn salvegera xwe de jî, bi serketî dewam dike. Bi vê munasebetê em weke KNK, çaremîn salvegera Şoreşa Rojava, di serî de li şervanên azadiyê û hemû gelên Kurdistanê pîroz dikin. Di şexsiyeta şehîdên Rojava de em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe ditewînin."