YPG: Artêşa Tirk bi balafira bêmirov û bi çekên giran êrîşî xaka Rojava kir
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike.
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike.
YPG’ê di dewama daxuyaniyê de got; “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 21’ê Tîrmehê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya li gundên Ziyaret, Korelî û Selîm ên dikevin li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê. Arteşa Tirk heman demê li ser gundê Korelî balafira bêmirov a keşfê jî firandin.”
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku 21’ê Tîrmehê çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jorîn bi çekên giran û navîn êrîş birin li ser gundê Zormixar a dikeve rojavayê Kobanê û wiha bi dawî kir: “Çeteyan heman rojê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn jî bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve rojavayê başûr a Kobanê.”