KCK'ê ji malbata Karasû re sersaxî xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata Hidir Karasû bavê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, sersaxî ji malbata Karasû re xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata Hidir Karasû bavê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, sersaxî ji malbata Karasû re xwest.
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Me bihîstin, bavê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê hevalê me Mûstafa Karasû mirovê hêja Hidir Karasû wefat kiriye. Hidir Karasû mirovekî ji rêzê nebû. Mirovekî ku jiyana xwe bi kedê hûnandibû û timî fezîleta însanî esas digirt. Xizanî ji xwe re nekiribû pirsgirêk, xwe bi dewlemendiya dil xemiland û hewl da bibe hevparê mirovan. Ew bi rastî jî zanyarekî gel bû."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, Hidir Karasû weke 'fîlozofê jiyanê' pênase kir û ji dostan, hevalên wî û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Fîlozofê jiyanê bû. Ti carî ji lêgerîna wekhevî, parvekirin û jiyanê venegeriya. Tevî ku neçar ma koçî metropolan û Ewropayê bike jî, ti carî ji axa xwe, ji dîroka xwe, ji koka xwe qut nebû. Ne mirovê kêliyê û madiyatê bû, ew mirovê dîrokê û axê bû. Hezkirin û fezîleta xwe ya însanî weke mîrateyekê ji zarokên xwe re hişt.
Bi çand û felsefeya Elewî jiyana xwe hûnand û bi felsefeya 'qibleya me mirov e' jiya. Ber bi çemê ked û bindestan ve herikî û jiyan li derdora xwe belav kir.
Ji ber wefata vî mirovê mezin, em ji malbatê, dostan, hevalên wî û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em hevparê êşa wan e."