Li Amedê 3 polîs hatin kuştin
Li navçeya Erxenî ya Amedê, dema polîsan avêtin ser malekê şer derket. Di vî şerî de herî kêm 3 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn.
Li navçeya Erxenî ya Amedê, dema polîsan avêtin ser malekê şer derket. Di vî şerî de herî kêm 3 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn.
Li navçeya Erxenî ya Amedê, polîsên Tirk duh bi şev avêtin ser malek li taxa Fevzî Çakmak. Di dema vê serdegirtinê de şer derket. Di vî şerê ku saet di 02:00 derket de 3 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn.
Tê gotin, 2 kesên li vê malê yên nasnameyên wan nehatin eşkerekirin, jiyana xwe ji dest dane.