Karasû li gundê Karapinarê ber bi rêwîtiya dawî hat birêkirin
Bavê Endamê Konseya Rêveberiya KCK'ê Mûstafa Karasû, Hidir Karasû yê ji ber xwîn çû ser mêjiyî wî jiyana xwe ji dest da, li gundê Karapinar ê Guruna Sêwazê hat definkirin.
Bavê Endamê Konseya Rêveberiya KCK'ê Mûstafa Karasû, Hidir Karasû yê ji ber xwîn çû ser mêjiyî wî jiyana xwe ji dest da, li gundê Karapinar ê Guruna Sêwazê hat definkirin.
Bavê Endamê Konseya Rêveberiya KCK'ê Mûstafa Karasû, Hidir Karasû(89) ê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kartalê tedawî dibû û ji ber xwînwerivîna mêjiyî jiyana xwe ji dest da, li gundê Karapinar ê navçeya Gurunê yê Sêwazê hat definkirin. Li gel malbat û xizmên wî, siyasetmedar û gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Biraziya Karasû, Fatma Karasû di merasîma cenazeyê de ji bo beşdarbûyîna zêde wiha got, "Ji ber ku wî 25 salan li gund keyetî kiriye, gelekî dihat hezkirin. Hemû hezkiriyên wî li vir bûn, kesên ji Stenbolê jî li vir bûn."