Salas: Pirsgirêkên Kurdan bi yekîtiya neteweyî çareser dibin

Rojnamevan Nivîskar Necmettîn Salas got, sedema krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ew e ku bi salan e pirsgirêk li hev hatine komkirin û diyar kir, ji bo derbaskirina krîzê jî pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye.

Rojnamevan Nivîskar Necmettîn Salas têkîldarî krîza li Başûrê Kurdistanê, hevdîtinên çareseriyê yên mabeyna partiyan, tifaqa YNK-Goran û Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan pirsên me bersivandin, destnîşan kir ku dewletên herêmê di kûrkirina krîza Başûr de xwedî bandor in. Salan daxuyand ku pêwîst e tifaqa navbera YNK-Goranê veguhere asta yekîtiya neteweyî, der bir ku eger PDK’e jî tevlî nebe, dîsa jî divê teqez yekîtiya neteweyî bê pêşxistin.

NÊZÎKATIYA DESTHILATPARÊZ A PDK’Ê BÛ SEDEMA KRÎZÊ

Sala 2003’yan dema mudaxeleya Iraqê, Başûrê Kurdistanê di vê atmosfera De Facto de rewşek xwedî pirsgirêkên hê kêmtir bû. Ev salek dawî ye, her çiqasî şer nîn be jî aloziyek cîdî ya siyasî û xetimandinek sîstemî heye. Hûn sedema vê krîzê çawa dinirxînin?

Di encama Yekemîn Şerê Cîhanê de Başûrê Kurdistanê di nav sînorê dewleta Iraqê de hate hiştin. Wek li parçeyên din, li Başûrê Kurdistanê jî gel li ser çiyayan şerê azadiyê kir. Têkoşînê salan dûvdirêj dewam kir. Piştre Sedam piştgiriya rojava jî girt û bi gazên kîmyewî bi deh hezaran mirov ketil kirin. Rojava çavê xwe ji vê re girt. Lê, dema Sedam ew dewlemendê petrolê Qûweyt dagir kir û hê xurtir bû, vê gavê rojava bertek nîşan da. Rojava ya ku heta wê demê kiryarên Sedam paşguh dikirin, vê carê pişta paralela 36’emîn lê qedexe kir.  Wê demê bi qismî be jî ji bo Kurdan herêmek biçûk çêbû û firsend dîtin ku xwe bi rê ve bibin. Lê, Kurdên herêmê ku di nav xwe de parçe parçe bûn û ezmûnên wan ên rêvebirinê nîn bû, ev firsend baş nenirxandin, hem nikarîbûn yekîtiya neteweyî ava bikin hem jî nikarîbûn ew dewlemendiya di dest xwe de binirxînin. Lewre di demek herî nêz de herikîn nav krîzên aborî û siyasî. Desthilatdarî dabûn PDK’ê. Lê, PDK li şûna pirsgirêkên hundir derbas bike, bi parçeyên din têkîliyên baş deyne û ev firsanda ketiye dest ji bo tevahî neteweyê bi kar bîne, xwe teng kir. Bi serwerên Tirk ku parçeyê herî mezin xist bin mêtingeriya xwe û hê jî dagir kiriye, têkîlî danîn, desthilatdariya partiya xwe esas girt. Dema hal bû ev, wê demê jî krîzan xwe gihand ber derî. 

JI BER ÇI DESTHILATDARÎ DAN PDK?

YNK’e li gor wê pêkhateyek hê vekirî û demokrat bû. Ev jî ji bo Rojhilata Navîn wek mînakek nebaş hate dîtin. Wek mînak, îro Rojavayê Kurdistanê ji ber pêkhateya xwe ya demokratîk rojava nerehet dike. Ji ber ku derveyî projeya Rojhilata Navîn e. Ev wê dixe nav fikaran ku wê nikaribe wek dixwaze bixe nav lepên xwe. Kapîtalîzm sîstemekê dixwaze ku bi temamî ew serwer be. Dema rojava ji ber van sedeman PDK hilbijart, wê demê pirsgirêkên mabeyna PDK û YNK’ê jî hê kûrtir bûn.

HÊZÊN DERVE KRÎZÊ HÊ MEZINTIR DIKIN

Krîza îro a rastî encamên ew pirsgirêkên ku salan li hev kom kirine afirandiye?

Teqez wisa ye. Eger hûn bixwazin pirsgirêkekê fêm bikin, divê hûn li çavkaniya wê binêrin. Ev krîza li Başûr jî ji ber van pirsgirêkên duh kom bûne pêk tê. Tabî li vir pirsgirêka herî esas jî ew e ku bi têgihiştina yekîtiya neteweyî ve tevgerê nakin. Mînak, dema di nav xwe de pirsgirêkekê dafirînin, çareseriyê bi hêzek derveyî dibînin. Halbûkî çavkaniya pirsgirêkê jixwe hêza derveyî ye, lewre nikare çareseriyê bixuluqîne, pirsgirêkê kûrtir dike.

Rewşenbîr, siyasetmedarê li Başûrê Kurdistanê vê pirsgirêka ku hûn behsê dikin bi rastî jî nabînin? An bi nêrînek cuda nêz dibin?

Mixabin, rewşenbîrên li vir xispal (tiral,tembel) in. Jixwe beşek jê ne li vir e, li derwelêt dijî. Beşa din jî ketiye ber fikarên aborî, di xebatên hunerî, kulturî de jî ti dahat nîne, lewma bi xwe re sînordar dimîne. Bûne memûrên YNK’ê û PDK’ê, li gor siyaseta van partiyan jî şêwazekî didin xwe. Beşek rewşenbîr jî di eslê xwe de bi nexweşiya rewşenbîrên klasîk ketine. Dibêjin, “ez rewşenbîr im, bi siyasetê, polîtîka, partiyên siyasî re ti karê min nîne. Ez ê nivîsa xwe binivîsîm, pirtûka xwe binivîsîm, xebatên xwe yên hunerî pêk bînim.” Wisa wisa xwe ji nav derdixin.

SIYASET NE ŞEFAF E

Yên di hikûmeta herêmê de cih digirin piranî li cihekî wisa disekinin ku PDK’ê rexne dikin. Lê, bi xwe jî li ser hikûmetê bûn. Dema ev pirsgirêkên navborî diqewimîn çima deng ji wan derneket?

Dema hikûmet hebû, ti tişt bi awayekî eşkere ji gel re nehate gotin. Mînak, dahatû çiqas e, ji bo çi tê xerckirin, çiqasê vê tê zanîn, çiqas nayê zanîn? Ev ji gel re nehatin gotin. Tiştê ku pêwîst bû bikirana ew bû ku yên dihat zanîn û nedihatin zanîn ji gel re ragihandana. Wek nimûne, dikarîbûn ji gel re bigotana “em nizanin dahatûyên petrola firotine Tirkiyeyê çiqas in, PDK têkîldarî vê ti agahiyê nade” û “Midûrê Giştî yê Bankaya Halkê xwedî agahî ye, lê wek parlamenter ti agahiyên me nînin.”   

Ser meseleyê, CHP’ê di belgeyek beriya hilbijartinê de got wê ji bankaya Halkê 197 mîlyon dolar pere derbasî Başûr bibe. Lê, 193 milyon hatin. Ji ber 4 mîlyon dolar wek bexşê dan AKP’ê. Lê, li vir jî krîz heye. Mirovan nikarîbûn mûçeyên xwe bigirtana. Ji bo AKP’e di hilbijartinan de bi kar bîne jî 4 mîlyon dolar bexş tê kirin. Û yê vê dibêje jî ne hikûmeta li vir e, ne parlamenterên li vir in, CHP’e ye.

YÊN PEREYAN DIDIZIN PLANÊN REVÊ DIKIN

Hûn dibêjin ku yekser firotina petrolê bû sedem ku hikûmeta Iraqê baceya salane qut bike û dahatûya ji firotina rasterast hat ket qaseya partiyekê, ev jî di kirîzê de bû xwedî bandor?

Erê. Eynê wisa ye. Pereyê dihate herêmê têra her kesî dikir. Lê, ev herikî cihekî tenê. Tiştê xerîb ew e ku têr nabe. Mîsal, mirovek malekê, wesayîtekê dikire, hin pereyan dide ser hev. Lê, nuqteyek heye ku têr dibe. Lê, ev sînor nas nekirin. Li bankayên cîhanê pere dan ser hev. Hadê heta cihekî me ev fêm kir, lê herî kêm mûçeyên van mirovan bidin wan. Ev jî nehate kirin. Rastî ew e ku yên di vê çavnebariyê de ne, planên revê jî amade dikin. Dixwazin xwe bi vê jî bixin garantiyê. Lewre li derveyî welêt pereyan kom dikin.

YNK-GORAN PARTIYÊN HEMAN XETÊ NE

Baş e, Tevgera Goran a ku bi waadê demokratîkbûnê derket holê, çima dema ev şerê parvekirinê pêk dihat û rewş ber bi krîzê diçû bêdeng ma?

Li gor min, têkîldarî Tevgera Goran agahiyên ne rast û kêm hene. Ez wek şexs, min di serî de jî bendewariya tiştekî jê nekir.

Çima?

Binêrin, ez demek dirêj e siyaseta Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînim. Tevgera Goran jî formekî partiya Anavatan e. Ozal got ez dikim 4 partiyan bikim yek û rakir, eynê wisa bû. Tevgera Goran di cewher de YNK’e ye. Birêz Nûşîrwan Mistefa duyemîn zilamê YNK’ê bû. Hin YNK’î, hin kesên ji qewimînên derve nerehet û ji gel hin kes dan gel xwe û partî ava kir.

Niha, eger hûn di partiyek xetê de bin, hûn bi fikrandinê rê dibihurin. Eger partiyek girseyê bin, wê demê hûn fikrên cuda û dewlemend di nav xwe de digirin. Lê, Goranê hewl da bibe partiyek girseyê. Ti ferqa xwe ji YNK’ê nîn bû. Her duyan jî heman tişt digotin.

Li gor fikrên we, di vê krîzê de bandora dewletên herêmê heye?

Dewletên herêmê dest davêjin ew pêkhateyên ku nikarin kontrol bikin û hewl didin tevlîhev bikin. Vê ji bo herêma federe jî dikin. Lê, ti carî naxwazin tevahî partiyên Kurdan bi hev re tevbigerin, dostaniyê deynin. Tiştê ku divê bê kirin jî ev be. Mabeyna girseyên wan de jî ti şer, pirsgirêk nîne.

YÊ LI BAKUR DIJMIN BE LI BAŞÛR NABE DOST

Di navbera dewleta Tirk û PDK’ê re av nabihure. Li gor we, yê li cihekî dijmin be dikare li cihekî din dost be?

Na, nikare. Wek mînak, dema dewleta Tirk dibêjî li dijî PKK û YNK’ê PDK’ê xurt bikin, wê demê divê PDK bikeve lêpirsîna vê. Eger dijmin pesnê we bide, wê demê pêwîst e lêpirsînekê bikin. Yên li Bakurê Kurdistanê bajarên Kurdan bi erdê re kirin yek, li vir bidawîkirina YNK’ê dikin hedef û pesnê we dide. Divê ev rewş bê lêpirsînkirin.

PÊWÎST E TIFAQ BER BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ VE BIÇE

Mehên bihurî mabeyna YNK-Goran de tifaqek pêş ket. Hûn vê çawa dinirxînin?

Partiyên Kurd dema wisa bên gel hev, ev jixwe rewşek kêfxweşiyê ye. Xweziya tevahî partiyên Kurd bihatana gel yek. Hewldana Rêberê Gelê Kurd a komkirina kongreya neteweyî jî ji bo tevgerek yekgirtî bû.  Lewre, ev yekîtiya navbera partiyên Kurdan baş e. Divê wisa jî be.

Jixwe, piştî Tevgera Goran û YNK ji hev qut bûn, her du alî jî nebûn xwedan bandor. Negihiştin ew encamên ku dixwestin. Bi yekbûnê re pêşî li nelirêtiyan, dizîtiyan bigirin, têkîliyên bi derve re baş pêk bînin wê çêtir be. Lê, em hêvî dikin ku dema bûn desthilatdar ev tiştên ku PDK’e dike nakin. Xweziya, PDK jî wek partiyên din tevlî vê yekîtiyê bibûya.

Îxtîmalek wiha heye?

Li gor min heye. Girseya PDK’ê jî ji siyaseta heyî nerehet e. Li gor nêrîna min wê tevlîbûnê vê yekîtiyê zêde bibin. Yên yekser tevlî nebin jî wê piştgiriyê bidin, dengê xwe bidinê. Lê, divê ev yekîtî li beramberî gel vekirî be û samîmî be. Ev ê baweriyê bidiyê.

Mirov dikare bibêje gelo ev yekîtî wê ji gel re vekirî be, şefaf be? Hûn di vê mijarê de bi hêvî ne?

Hê em tiştekî zelal nabînin. Tiştên ez dibêm naqewimin, hêvî ne, daxwaz in. Di encam de her du pêkhate jî sosyal demokrat in, lê wek zihniyet jî ji kapîtalîzmê bandor bûne. Divê li pêşberî Kurdan vekirî bin. Di çareseriyên pirsgirêkên bi gelên cuda re divê demokratîk bin. Di pirsgirêka Kerkûkê, pirsgirêka Şengalê, çareseriya pirsgirêkên Ereban, divê demokrat bin. Bila di çareserkirina krîza heyî de samîmî bin.

WELATÊN HERÊMÊ BI KURDISTANA SERBIXWE QAYIL NABIN

Nîqaşa Kurdistana Serbixwe her tim ji aliyê PDK’ê ve di rojevê de tê girtin. Hûn vê çawa dibînin?

Ez dibêm ne realîst e. Başûrê Kurdistanê jî pêkhateyek biçûk e ku hatiye dorpêçkirin. YE, DYA gotin hê zû ye. Tirk, Ereb li dij radibin. Dorpêç kirî ye, wê mehkûmî birçîbûnê bikin. Tu xwe dispêre aboriyek mezaxtinê ya li ser esasê petrolê. Ti mewdûatê te, hilberîna te nîne. Her tişt ji derve tê.

Ji bo yekîtiya nav Kurdan pêk bê divê çi bê kirin?

Xeta Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e ku li 3 parçeyên Kurdistanê bi bandor bûye. Di vê demê de divê bi hêzên li vir û Bakur û bi hêzên bi bandor ên Rojava re yekîtî pêş bikeve. Mînak tifaqa di navbera Tevgera Goran û YNK’ê re ev dibe ku bi PKK’ê re jî çêbibe. Divê di nava parçeyên Kurdistanê de sînor neyên danîn, bi kolandina xendek û pêkanînên ambargoyan yekîtî nabe. Divê dest ji vê yekê bê berdan. Ev neyê kirin, alî têkiliyan dane, bi vî awayî wê yekîtiya netewî pêk bê.

PDK NEYÊ JÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK TÊ

Niha gelê Kurd yekîtiya netewî gelek gotûbêj kirine. Lê mixabin ev yek pêk nehat, her kes di vê dîtinê de ye ku pirsgirêk PDK ye. Li gorî we bêyî PDK’ê yekîtiya netewî wê pêk were?

Erê dibe, divê pêk were. Kî were bi wan re yekîtiya netewî tê avakirin. Hinek difikirin ku li bendê mayîn tiştekî pir luks e. PDK were pir baş e, lê ger ku neyê jî ew dizane. Dikare bi dewleta Tirk re di nava têkiliyan de jî be. Lê dawiya wê çi be divê ew vê yekê bifikire. Yê ku cih di yekîtiya netewî de negire ew winda dike. Ji ber ku dem êdî pêdivî bi kongreyê dibîne.

OPERASYONA MÛSILÊ WÊ ÇEND SALAN BIGIRE

Em hinekî Mûsilê baxivin. Mûsil di navenda vî şerî de cih digire. Tê gotin ku heta ku Mûsil neyê girtin, DAIŞ bi dawî nabe û ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Di demeke nêzîk de operasyoneke li hember Mûsilê wê hebe an ne?

Em dizanin ku di vî warî de plan hene. Tê gotin ku heta hilbijartina DYE’yê wê li hember Mûsilê operasyonek bê lidarxistin û wê Mûsilê bigirin. Lê ez wisa difikirim ku di demeke evqas kin de wê nikaribin Mûsilê kontrol bikin. Li gorî min wê operasyon hinekî bi zehmet be. Ji bo DAIŞ’ ê Mûsil û Reqa pir girîng e.

Mûsil ev 2 sal in di destê DAIŞ’ê de ye û di rewşa baregeha navendî de ye. Dibistan, rêveberiya bajêr di kontrola DAIŞ’ê de ye. Di dibistanên Amedeyî de ciwanan perwede dikin. Bi awayekî fîzîkî her kesî ji bo şer amade dikin.

Di rewşeke asayî de bajar derdora bajêr bi 3 çemberên xendekan hatiye pêçan. Ya yekem ketin û ti tank, wesayîtên zirxî nikarin bikevinê. Ya duyemîn jî kûr û tijî petrol kirine. Eger bû ku xendeka yekem derbas kirin, wê demê wê agir bi xendeka duyemîn bixin. Eger ku ev jî hate derbaskirin di pişt xendeka sêyemîn de çeperên asê hatine çêkirin û li vir wê şerekî pir û pir dijwar biqewime. Jimara milîtanên wan pir zêde ne, bi xwezayî şerekî bi hêsanî jî nabe. Di vî alî de wê operasyona Mûsilê çend salan dewam bike.

BI PROTOKOLA HEWLÊRÊ YA KU HAT PEJIRANDIN DE, KURD DIBIN LEŞKERÊN PEREYÎ YÊN DYA’YÊ

Protokolek ku ji bo operasyona Mûsilê di navbera DYA’yê û Hewlêrê de hate îmzekirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ev protokol ne protokoleke bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re, bi PDK’ê re hatiye kirin. Li gorî min DYA’yê naxwaze bi temamî pişta xwe bide Ereban.

Çima?

Ji ber ku Ereb bi awayekî mezhebî parçe ne, hem jî wek mezhebî di nava xwe de parçe bûne. DAIŞ jî yek li ser navê yek ji van mezheban tevger dike. Şîa jî di rewşa asayî de di nava xwe de parçe bûne. Eger ku rewş wisa be wê DYA’yê bi Kurdan re hevdîtinê bike. Ji ber ku di rewşa asayî de li gorî hêzên din ên li herêmê yên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dikin Kurd in.

Bendên protokolê jî pir tên gotûbêjkirin. Hûn vê yekê çawa dibînin û dinirxînin?

Li gorî min bi vê portokolê Kurdan pejirandiye ku fermî bibin leşkerên DYA’yê. Lê ne wisa, wê rasterast muçe bidin pêşmergeyan. Jixwe dema ku Mûsil hate rizgarkirin wê Kurd ji wir derkevin. Lihevhatin bi vî awayî hatiye kirin. Kurd bi salan e gerîla û pêşmerge bê ku dudiliyê bijîn ji bo azadiya xwe û xaka xwe têkoşînê dikin. Niha bi operasyona Mûsilê wê pêşmerge ji bo DYA’yê biçin û wê venegerin. Vê yekê pêşmerge jî dizane, lê dema ku mirin wê hinek dirav bidin malbatên wan ji bo vê dipejirînin. Ji ber vê yekê li gorî min divê vê lihevkirinê di ber çavan re derbas bikin.

Lê ger ku PKK beşdar bibe wê bi vîna xwe beşdar bibe. Ji beriya niha bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku wê bi vî awayî beşdar bibin. Wê fermandariya xwe bi xwe hilbijêre. Bi peran jî beşdar nabe. Li gorî ku ez dizanim beşdarbûna PKK’ê bi vî awayî ye.

JI BO KU PKK NEBE HÊZEKE MEŞRÛ BI AWAYEKÎ FERMÎ RÊ NADE KU BEŞDARÎ OPERASYONA MÛSILÊ BIBE

Tê gotin ku dewleta Tirk û PDK li dijî beşdarbûna PKK’ê ya operasyona Mûsilê ne. Li gorî we ji ber çi ye?

Ji ber ku bi cil û bergê wî, bi navê wê, bi vîna wê, wê PKK bi fermî muxatab qebûl bike. Ev jî hêzên mîna Tirkiye û PDK’ê nerazî dike.

Di parastina Hewlêr û Kerkûkê de ev rewş derket holê. Çima niha nebe?

Li gorî min ne heman tişt e. Îro em behsa beşdarbûna şerekî bi plan dikin. DYE, Rojava rojekê li cihekê bi PKK’ê û gerîlayên HPG’ê re di heman hedefê de li gel yek bin, ev tenê li wê derê sînordar nabe, wê bibe destpêka tiştekî. Dîsa di heman eniyê de û ji bo heman hedefê li gel yek wê şer bikin, lê li gorî destûrê xwe jî wê terorîst bê dîtin. Ev êdî nabe.

Ji bo wê kijan hêz beşdarî operasyona Mûsilê bibin, nirxandin tên kirin. Li gorî we gotûbêjkirina vê yekê zû ye? Yan jî fikrê we çi ye?

Ev xûsûseke girîng e. Ev operasyon bi beşdarbûna 50 hezar kesan nabe. Tenê ji Ereban jî nabe. Li gorî min ji bo operasyoneke bi vî awayî 100 hezaran leşker pêwîst in. Divê hêzên hewayî yên koalîsyonê bên zêdekirin. Li gorî min wê NATO leşker bide. Bi xwezayî di vê rewşê de jî wê pêşeroja Mûsilê jî bibe mijara gotûbêjê. Cihekî wek Mûsilê niha ji pêkhateyên cuda ên olî û netewî pêk tê. Di vê rewşê de piştî rizgarkirina Mûsilê û şûn de weke Kerkûkê wê bibe cihê gotûbêjan. Li gorî min wê bi rojan di rojevê de bimîne. Mînak ji bo girtina Mûsilê, wê hesabê baceya ku hatî xerçkirin bê xwestin. Ji bo wê jî wê rêjeyekî petrolê ya bi salan ji bo xwe bixwazin. 

Di rewşeke girtina Mûsilê de wê nexşe bikeve rojevê? Di vê rewşê de wekî berê mimkun e ku Mûsil bêstatû bê hiştin?

Li gorî min dibe. Di Rojhilata Navîn de tiştekî nebe nîne. Li Rojhilata Navîn de kîjan demê wê çi bibe nediyar e. Ne diyar e ku wê sibehê yan jî piştî nîvroyê çi bibe. Di vî alî de li vir tiştek nîne ku nebe.