Li Minbicê gelek sivîl hatin rizgarkirin

Operasyona di 1'ê Hezîranê de ji bo rizgarkirina Minbicê destpê kiriye, dewam dike. Gelek sivîlên li bajêr ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin rizgarkirin.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku dor li çeteyên li navenda bajêr girtine û ew asê kirine, ji bo rizgarkirina sivîlan korîdor vekirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, duh bi şev li navenda bajêr şerekî dijwar qewimî. Şerê li rojhilatê taxa El Hezaewnê li tax El Benawî qewimî, heta danê sibehê dewam kir. Di encama vî şerî de şervanan ji bo rizgarkirina sivîlên li navenda bajêr man e, korîdorek vekirin. Danê sibehê jî 123 sivîl ku jin û zarok jî di nav de hebûn, ji vê korîdorê hatin rizgarkirin.