Li Şîrwanê çalakî: 2 pisporên bombeyan, 5 POH hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê, 20’ê Tîrmehê di navbera qadên Geliyê Hespo û Geliyê Bombat de ku girêdayî navçeya Şîrwan a Sêrtê ne, li dijî POH’an çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de 2 pisporên bombeyan û 5 POH hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku nêzî gundê Hesyan ê li ser rêya Erzirom-Çewlikê rê kontrol kirine û dest danîne ser hin wesayîtên Şîrketa Înşaatê ya Înterê ku nêzî AKP’ê ne. HPG’ê destnîşan kir ku ev şîrket bi wesayîtên xwe yên sivîl ve leşkerên Tirk li qadê derdixe operasyonê, wiha dewam kir: “20’ê Tîrmehê saet 10.45’an leşkerên artêşa TC ji alaya Garê ya li qada Şemzînan a Colemêrgê derketin û hewl dan rê kontrol bikin. Hêzên me li ser vê tevgera leşkeran çalakiya sûîqestê li dar xistin û 2 leşker kuştin.

20’ê Tîrmehê saet 21.00-22.00’an hêzên me li dijî konvoyek leşkerî ku mabeyna qereqola Şapatan a li qada Şemzînanê û qada Eldê tevdigeriya, çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Ejder hate derbkirin; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI DIJÎ 2 QEREQOLAN ÇALAKÎ

19’ê Tîrmehê saet 16.30’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî qereqola Grana ya li qada Şemzînan a Colemêrgê û qereqola Tepê Çete bi çekên giran û navîn çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek topên hewanê li qereqola Grana ketine. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC qada Govendê bombe kir.

20’ê Tîrmehê saet 20.30-21.30’an yekîneyek gerîlayên me ku dema di navbera Şirnex-Sêrtê diçûn wezîfeyê bi leşkeran re hevrû bûne û şer qewimiye. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd ketiye. Dema agahiyên nasnameya gerîlayê me hatin zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

LI ŞÎRWANÊ ÇALAKÎ

20’ê Tîrmehê hêzên gerîlayên me mabeyna qadên Geliyê Hespo û Geliyê Bombat ên girêdayî navçeya Şîrwan a Sêrtê li dijî POH’an çalakiya sabotajê li dar xistin. Piştî 2 wesayîtên sivîl ên polîsan ketin qada çalakiyê, 2 pisporên îmhakirina bombeyan jî xwestin menfeza li rê kontrol bikin. Piştî pisporên îmhakirina bombeyê ketin menfezê,  hêzên me çalakî li dar xistin. Li vir 2 wesayîtên sivîl ên polîsan bi temamî hatin îmhakirin; 2 pisporên îmhakirina bombeyan û 5 JOH hatin kuştin. Piştî çalakiyê, dijmin mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ve ji qadê dûr xist. Ev çalakî li dijî tecrîda li hember Rêbertiya me tê meşandin hatiye lidarxistin.

WESAYÎTÊN ŞÎRKETEKE KU NÊZÎ AKP’Ê YE HATIN ÎMHAKIRIN

20’ê Tîrmehê saet 11.45’an li qada Şêx Cûma ya girêdayî Bedlîsê hêzên me li dijî stasyonên bazê yên Tûrkcell, Avea û Vodafoneyê çalakiya sabotajê li dar xistin û stasyonên bazê îmha kirine.

20’ê Tîrmehê saet 22.00-23.00’an hêzên me li nêzî gundê Hesyan ê  li ser rêya Çewlik-Erziromê rê xistine kontrola xwe. Di vê çalakiyê de dest danîne ser hin wesayîtên şîrketa Înter Înşaat ku nêzî AKP’ê ne. Tevî ev şîrket bi çendan caran hate hişyarkirin jî; ev şîrket bi wesayîtên xwe yên sivîl ve li qadê dijmin derdixe operasyonan. Hêzên me 2 wesayîtên sîlîndîr û wesayîteke ku avê li asfaltê direşîne bi şewitandinê îmha kirin."