Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bibîr xistin, ku salek û sê meh in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin û destnîşan kirin, ku tevî Heyeta Îmraliyê divê heyeteke berfireh bi lezgînî biçe Îmraliyê.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH
pêncşem, 21 tîrmehê 2016, 08:04
Li dû hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bala Kurdan û hemû hêzên demokratîk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê di nava tecrîdê de tê girtin, demeke dirêj e bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl destnîşan kirin, ku tevî Heyeta Îmraliyê divê heyeteke berfireh bi lezgînî biçe Îmraliyê.
Serokê ÎHD'ê Şaxê Mersînê Alî Tanriverdî da xuyakirin, ku ew li dijî her şêwe darbe û hewldanên darbeyê ne û diyar kir, weke ÎHD ew hem darbeya leşkerî hem jî darbeyên kesên çavên wan li dîktatoriya sivîl in, şermezar dikim. Tanriverdî got, "Em dibêjin, ne darbe ne jî dîktatorî. Ya esasî û girîng, azadî û saziyên demokratîk in, ku sivîl karibin wan heta dawiyê bi kar bînin. Piştî bûyera 15'ê Tîrmehê, hikûmet vê rewşê bi kar tîne û ji bo xwe bigihîne projeyên xwe yên antî demokratîk ên dîktatoriyê, ketiye nava hewldanan."
Tanriverdî ev gotina Rêberê Gelê Kurd bibîr xist: "Eger hûn pirsgirêkê çareser nekin, pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê venekin û aştiyê serdest nekin, hinekê rojekê rabe wê hewl bide bikeve şûna we."
Tanriverdî bal kişand ser pêşdîtina Ocalan a hewldana darbeyê û got, "Eger îro jî tedbîrên pêwîst neyê girtin, wê tevlîheviya li Tirkiyeyê kûrtir bibe.
Tanriverdî destnîşan kir, ku yekane rêya derketina ji nava vê kaosê, çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn avêtina gavên cidî ye. Tanriverdî got, "Bi destpêkirina hevdîtinên li Îmraliylê re dikare di vî warî de encamek bê bidestxistin. Yekane rêya rizgariya ji kaosê, ji holê rakirina tecrîdê ye. Eger AKP di feraseta xwe ya heyî de israr bike, wê hewldanên yên darbeyê rû bidin. Herî zêde jî wê ev yek zerarê bide gelê kedkar."
Sekreterê Perwerde û Rêxistinbûna Giştî ya Sendîkaya Petrol Îşê Mûstafa Tekîk da xuyakirin, ku piştî vê hewldana darbeyê û eşkerebûna berpirsyaran, derket holê ku piraniya berpirsyarên hatine girtin, ew kesên li bajarên Kurdan derb li pêvajoyê xistin, hewl dan PKK'ê provoke bikin û bajarên Kurdan şewitandin û xera kirin.
Tekîk işaret bi şidandina tecrîda li ser Ocalan kir û destnîşan kir, ku tecrîda li ser Ocalan zerarê dide demokrasiya li Tirkiyeyê, divê derhal bê rakirin, rêyên diyalogê bên vekirin û muzakere ji nû ve destpê bike.
Tekîk got, heta ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin wê rîska darbeyan li Tirkiyeyê her hebin û bibîr xist, ku hemû darbeyên hatine kirin, li serê çepgiran, sosyalîst, Kurd û Elewiyan veguherîne cînayetê.
Tekîk xwest, Heyeta Îmraliyê û heyeteke ji vê berfirehtir a ji akademîsyen, hunermend û siyasetmedaran, ji bo nirxandinra rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan biçin Girava Îmraliyê. Tekîk diyar kir, ev heyet divê tespît û pêşniyarên Ocalan ên li ser 3 salên dawî ji civakê re ragihîne.
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan jî da xuyakirin, ku bi vê hewldana darbeyê re careke din eşkere bûye bê paradîgmaya Ocalan a aştî, azadî û jiyana bi hev re çiqasî girîng e, pêşdîtinên wî yên siyasî çiqasî di cih de ye.
Atalan diyar kir, pêşîgirtina li Ocalan tê wateya astengkirina aştiyê û pêşîvekirina li şer û got, "Mixabin a qewimî jî ev bû."
Atalan bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Ocalan û got, "Di heman demê de pêwîstî pê heye ku nirxandinên wî yên siyasî, pêşdîtin û perspektîfên wî bigihêjin gel. Divê şert û mercên vê bên afirandin. Ew, garantorê jiyaneke bi hev re, aştiyeke bi rûmet û mayînde ye. Pêwîste ev rastî derhal bê dîtin û gav werin avêtin."