Li Kerboranê çalakiyên YPS'ê

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, li Kerboranê li dijî lojmanên polîsan, navenda polîsên tîm3en taybet û maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder çalakî hatine lidarxistin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiyên hêzên xwe yên li navçeya Mêrdîn Kerboranê lidar xist de, agahî da.

YPS'ê ragihand, roja 19'ê Tîrmehê saet di 08:30 de, yekîneyên YPS û YPS Jinê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li Lojmanên Polîsan ên li ser rêya Xelîla xistin. Hejmara kuştî û birîndarên polîsan nehat zelalkirin.

Di dewama daxuyaniya YPS'ê de hat gotin, "Her wiha li hemberî nuqteya kontrolê a polîsan a li Newala Aşa, yekîneyên me çalakiyek pêk anîn. Maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder, tevî çeteyên qesrê yên tê de hat îmhakirin. Hejmara mirî û birîndarên li vê çalakiyê nehat zelalkirin.

Yekîneyên me yên YPS û YPS Jinê di heman demê de li navenda polîsên tîmên taybet xistin.

Piştî vê çalakiyê, çeteyên qesrê gule li derdora xwe reşand."