BI DÎMEN

Kurkçu: Ji bo azadî û aramiyê divê têkilî bi Ocalan re bê danîn

Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu got, "Her ku fikar li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan hebe, wê fikar li ser aramiya Tirkiyeyê jî hebe. Ji ber vê yekê, ji bo azadî û aramiyê divê têkilî bi Ocalan re were danîn."

Yek ji beşdarên konferansa "Di çarçoveya nêrînên Ocalan de aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertûgrûl Kurkçu Rewşa Awarte ya ji aliyê AKP'ê ve hat ragihandin û fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Parlamenterê HDP'ê Kurkçu da xuyakirin, ku bi rêya Rewşa Awarte hewl tê dayîn astengiyên li pêşiya dîktatoriya yek şexsî were rakirin û got, "Hewl dide mûxalefetê bêdeng bike, parlamentê bêbandor bike û bi vî rengî astengiyên li pêşiya dîktatoriya yek şexsî bi lez û bez rake. Pêwîste mûxalefet helwesteke zelal li hemberî vê nîşan bide û li ber rabe." Kurkçu bang li mûxalefetê kir ku xeta berxwedana demokratîk bimeşîne.

Kurkçu da zanîn, ku girseyên ji aliyê AKP'ê ve li qadan hatine komkirin, mirovên ji rêzê nînin û got, "Ev milîsên AKP'ê, komên cîhadîst in. Ev hewl didin ji rewşê sûdê werbigirin û êrîşî mirovên mîna wan nafikirin bikin." Kurkçu destnîşan kir ku divê meydan ji van koman re neyê hiştin û têkoşîn were meşandin.

JI BO AZADÎ Û ARAMIYÊ, TÊKILIYA BI OCALAN RE DIVÊ

Der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu got, "Tenduristî û ewlekariya Ocalan ji her demê bêhtir girîng e. Ji ber vê yekê gelekî girîng e: Di hemû serdemên zehmet de Ocalan bi daxuyanî û helwesta xwe re, her tim tevkarî li demokrasiyê kir. Ji ber vê yekê têkiliya pê re were danîn, wê ji bo Tirkiyeyê gelekî hêja be."

Kurkçu diyar kir, hedefa destpêkê ya darbekaran, Ocalan e û ragihand, daxuyaniyên rayedarên dewletê di vî warî de dilê wan rehet nake.

Kurkçu destnîşan kir, ku divê parêzer û xizmên Ocalan biçin giravê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin û got, "Tevî vê yekê, ji bo eşkerekirina rewşa rasteqîn a li giravê, divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) jî derhal bikeve nava tevgerê. Eger hikûmet bang nake, divê ew serlêdanê bike. Her ku fikar li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan hebe, wê fikar li ser aramiya Tirkiyeyê jî hebe. Ji ber vê yekê, ji bo azadî û aramiyê divê têkilî bi Ocalan re were danîn."