Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo tiştek bi sivîlan neyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew destûrê didin çete ji bajêr derkevin. Meclîsê diyar kir, ji bo çete karibin bi çekên xwe yên ferdî ji nava bajêr derkevin, ew 48 saetan muhletê didin.
Meclîsa Leşker a Minbicê der barê opersyona rizgarkirina Minicê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, şervanên Meclîsa Leşkerî bi rengekî serketî li nava bajêr bi pêş ve diçin û li navenda bajêr, cih li çeteyên DAIŞ'ê hatiye tengkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber vê tengavî, têkçûna leşkerî û derûnî ya çeteyan, çete hîn bêhtir sivîlan didin pêşiya xwe û wan weke mertalên zindî bi kar tînin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku li ser bang û daxwaza parastina sivîlan, meclîsa wan û ji bo parastina sivîlan û mal û milkên welatiyên sivîl ên li bajêr, qebûl dikin ku rê ji bermahiyên çeteyan ên di bajêr de hatine dorpêçkirin were dayîn, ku bi çekên xwe yên ferdî derkevin.
Di vê der barê de hat gotin, "Dema derketina komên çete 48 saet ji weşandina vê daxuyaniya me ye. Ev tekane rê ye, ku çeteyên hatine dorpêçkirin ji bajêr derkevin. Li ser vê esasê em bang welatiyên xwe yên li bajarê Minbicê dikin ku tedîbîrên xwe bigirin û dûrî herêmên şer bikevin. Armanca me ji vê yekê jî parastina sivîlan e. Ji ber çete her dem sivîlan wekî mertalên zindî bikar tînin. Ev yek ji destpêka operasyona rizgarkirina Minbicê û heta niha tê kirin."