Qadên azadkirî yên Minbicê ji mayînan tên paqijkirin
Çeteyên DAIŞ'ê, ji bo pêşî li şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bigirin, li her deverê mayînan bi cih dikin. Ev mayînên çeteyan ji aliyê tîmên pispor ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve yek bi yek tên îmhakirin.
ANF
MINBIC
pêncşem, 21 tîrmehê 2016, 11:44
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ji bo rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîranê de hat destpêkirin, di roja 50. de ye.
Di navbera çeteyên DAIŞ'ê yên li nava bajêr dor li wan hatiye girtin û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, li gelek cihên bajêr şer diqewime.
HERÊM JI MAYÎNAN TÊ PAQIJKIRIN
Li aliyê din, çeteyên DAIŞ'ê, ji bo pêşî li şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bigirin, li her deverê mayînan bi cih dikin. Ev mayînên çeteyan ji aliyê tîmên pispor ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve yek bi yek tên îmhakirin.