KJK: Heta agahî ji Rêberê me bê girtin, em li qadan bin
KJK: Ji bo rewşa Rêberê me baş bê fêmkirin, divê jin, gelê me û hemû dostên me, di vê demê de her tim li qadan bin û çalakiyan lidar bixin.
KJK: Ji bo rewşa Rêberê me baş bê fêmkirin, divê jin, gelê me û hemû dostên me, di vê demê de her tim li qadan bin û çalakiyan lidar bixin.
Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê di weke encama polîtîkayên Qesrê yên Erdogan rû daye.
KJK'ê diyar kir, li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên Erdogan ji bo avakirina sîstema serokatiyê li hemberî Kurdan dimeşan, gelê Kurd bi berxwedaneke gelekî mezin bersiv da û got, "Bi pêşengiya Rêberê me Abdullah Ocalan û gerîla, teslîm nebûn. Tevahiya gelê me bi polîtîkaya berxwedanê ev hewldanên komkujiyê pûç kir. Ev binketina dewletê ya li Kurdistanê, li pêşberî berxwedan û çalakiyên gerîla hejmara zêde ya miriyên leşker û polîsan, moralê hêzên şerê taybet ên dewleta TC têk bir. Li leşker û polîsên Tirk wer hat, ku nema karîbûn li hemberî gerîla şer bikin. Dewlet Tirk bi rêbazên şerê taybet, bi rêya medyaya şerê taybet bi zorê li ser piyan dimîne. Darbeya 15'ê Tîrmehê jî hewldana artêşa Tirk a li hemberî serdestên xwe ye. Şerê ji bo xwarina ji şer, bidestxistina desthilatdariyê ye. Çîroka têkçûna artêşa li pêşberî gerîlayên Kurd vîna xwe şikestî ye. Di navbera hêzên darbekar-komploker de şerê rant û desthilatdariyê ye."
'HEDEFA HEVPAR A DARBEYÊ, NÊRÎNÊN RÊBERÊ ME YE'
Koordînasyona KJK'ê ragihand, hedefa hevpar a darbeya sivîl û darbeya 15'ê Tîrmehê, nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev tespît kir: "Lewma li ser jiyan, ewlekarî û tenduristiya Rêberê me xeterî û gefeke mezin heye. Gefa li ser jiyana Rêberê me, bi vê hewldanad arbeya leşkerî ve derketiye asteke bilind. Piştî vê hewldana darbeyê, fikarên me yên li ser jiyana Rêberê me gelekî zêde bûne. Heta ku heyetên ji malbat û parêzeran biçin û hevdîtinê bikin, ee ê nizanibin şert û mercên tenduristî, ewlekarî û jiyana Rêberê me çi ye. Nêzîkatiyên şaş ên hikûmeta AKP'ê û dewleta TC'ê li Rêberê me, wê bibe sedem ku Tirkiye bibe Iraq û bi rengekî topyekûn têk biçe. Hesasiyeta jinan, gelê me û dostên me ya di vî warî de ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn.
'HETA AGAHÎ JI RÊBERÊ ME BÊ GIRTIN, EM HER LI QADAN BIN'
Lewma em bang li jinan, gelê xwe û hemû dostên xwe dikin, ku heta rewşa Rêberê me baş bê fêmkirin, her li kolanan bin û çalakiyan lidar bixin. Sekna siyasî û helwesta Rêberê me, her wiha analîz û nirxandinên wî yên kûr, pêşî li darbeyên dibin belayê serê gelan, girt. Civak parast. Ji ber ku hevdîtinên bi Rêberê me re hatin birîn, destûr nehat dayîn ku nêrînên wî bigihêje raya giştî, ev hewldana darbeya leşkerî ewçend mezin bû. Eger nêrînên Rêberê me karîbûna bigihaşta dewletê û tevahiya raya giştî, wê darbeyeke bi vî rengî ya leşkerî bi ti awayî rû neda. Dewleta Tirk wê neketibûya nava vê hêza darbeyê. Sedemeke din a darbeyê jî qutkirina hevdîtinên bi Rêberê me re ye, tecrîda şidandî ye."
Di dawiya daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hat gotin, "Divê gelê me, bi pêşengiya jin û ciwanan li dora Rêberê me bi xurtî bicive û bi ruhê serhildanê her li ser piyan be."
KJK'ê destnîşan kir, serketin wê ya berxwedêran, wê ya jinan û gelê Kurd be.