Di Konferansa Ocalan de li dijî dagirkeriya ekonomîk, ekonomiya komunal hate nîqaşkirin

Konferansa ‘’Bi ramanên Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn Aştî û Istîkrar’’, bi panêla avakirina ekonomiyê berdewam dike. Di panêlê de li dijî dagirkeriya ekonomîk ya kapîtalîzmê ekonomiya komînal hate nîqaşkirin.

Panêla ‘’Avakirina Ekonomiyê’’ ku moderatoriya wê serokê Navenda Karê Derve ya Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek dikir, bi raberiya midûrê Navenda Lêkolînên Bernameya Rabûna Navnetewî yê Hîndîstanê Leo Saldanha dest pê kir.

Leo li Kurdistanê ku ji hêla hêzên kapîtalîst ve hatiye 4 beşkirin, di qada ekonomî û ekolojiyê de hilweşînên mezin pêk hatine. Leo Salanha iyar kir welatên wekî Kurdistanê, Hindîstanê û Yewnanîstanê ku ketine bin hîkariya dagirkeriya ekonomîk a hêzên kapîtalîst, hêzên kapîtalîst dikevine welatên ku xweyî jêderkên ekonomîk in û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Saldanha diyar kir, tundiya ku li dinyayê hatiye sazkirin rê li ber hiweşîna kapîtalîzmê jî vedike û got, ‘’Divê em xwedî projeyên pir cidî yên jiyanê bin. Li kû dera dinyayê dibe bila bibe, divê ti hêviya me ji polîtîkavanan nebe. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe. Li ser Abdullah Ocalan û gelek ramanweran hêzên kapîtalîst dixwazin tahakkumê ava bikin. Dema ku mirov li Silêmanî dinêre, ava ku em vedixwin jî ji derve tê vir. Em dizanin ku hilberîna petrolê ne bi biryarên demokratîk çêdibe. Ji bo ku em mîrateyeke hevpar û siberojeke ewle ava bikin divê em çi bikin? Hêzên navdewletî bi aştî û aramiya Kurdan re serê xwe naêşînin. Ji bo vê herêmê divê tiştin werin kirin.’’

Saldanha lê zêde kir û got, ji bo avakirina şoreşeke demokratîk a kûr û pergaleke nû ya ekonomiyê şertekî jêneger e û got, ‘’Şoreşa Kurdan divê bi vê were zexmkirin. Gund divê ji nû ve werin avakirin. Divê avaniyên nû çêbibin. Hilberîna domdar a xwecih divê were destekkirin û geşkirin. Li hemberî azadkirina civakan tirseke mezin heye. Divê mirov ne girêdayî av û hilberîna derve be.’’

Saldanha got, pergala kapîtalîst kanên bêsînor dixwaze û qet ne hurmetdar e ji kanên xwecih re û diyar kir, ‘’Kapîtalîstan li pey xwe civakeke ji hev ketî hiştin, kanên ku milkê hevpar e dimijin û tiştekî ji mirovên wê herêmê re nahêlin.’’

Saldanha herî dawî got divê pergala netew-dewletê biguhere û diyar kir, ‘’Guherîna pergala netew-dewletê tê wateya jidestdana serweriya pergala kapîtalîst. Ji ber ku armanca wê kar e. Kesên ku dixwazin ji kanan rantê bixwin wê tengezar bibin. Ji bo siberojeke bi aştî û aramiyê divê ev pergal biguhere. Dema ku ev pêk tê divê em hişê xwe ji tiştinan re bigirin. Ji bo ku em pê bizanibin bê ka siberoja ji bo me çawa herî baş dibe divê em bi awayekî berfireh li tiştinan binerin.’’

Yek ji damezirînera ekonomiya komunal a bi navê Bistanên Rojava , Nahîde Zengîn, ku bi navê ‘’avakirina ekonomiya komunal’’ gotara xwe dayî, amaje pê kir ku qada ku mêtinî û talan herî pir lê tê kirin qada ekonomiyê ye û got, têkoşîna li ser vê qadê jî weke dagirkerî bi nav kir.

Zengîn, ‘’jêderka hemû qirkirinan, kolekirinan ekonomî ye. Xweseriya ekonomîk û xweprastina ekonomîk divê di nav hev de bin. Bi vê re wê dawî li talan ser ekonomiyê were lê ji hêla din ve jî divê ji nû ve were avakirin. Zemîna hişmeniyê ye; li gel parastinê avakirina ya nû. Ji nû ve pênasekirina zanista ekonomiyê, bingehê ekonomiya komunal e. Avakirina komunekê divê avakirina komuneke dî ji xwe re bike armanc. A ku nirxê bikaranînê diyar dike ekonomî ye. Nirxê guherînê jî tenê li pêdiviya civakî tê qebûlkirin. Bi vî awayî ekonomî ji nû ve tê avakirin.’’

Zengîn got ekonomiya komuna xwe dispêrê ekoljiyê û azadiya jinê û got: ‘’Komunal ekonomî ji hêlekê ve dibe asteng ku takekes bibe kerî û ji hêla dî ve jî dawî li veqetîna kirde û objeyê tîne. Hemû karên ku jin di nav civakê de pêk tîne weke faalîyeteke ekonomîk tê nirxandin. Dema ku ekonomî li ser bingehê parvekirina kar tê avakirin, destûr nayê dayin ku jin ji jiyana civakî, sosyal, kulturî qut bibe. Berevajî hişmendiya bazarê û piyaseyê, di birêxistina pêdiviyan û erzkirinê de, rêxistinên civakî berpirsyar dike. Bi temamî ji xwe re esas digire ku bazar were demokratkirin, komunalkirin û kolektîfkirin.