MHD’ê ji ber lêkolîna der heqê xebatên komaleyê de nerazîbûn nîşan da

Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), li ser lêkolîna têkîldarî xebatên komaleyê de bertek nîşan da, diyar kir ku ji ber sûcên şer kirine rapor tên tewanbarkirin.

Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), li ser lêkolîna têkîldarî xebatên komaleyê de bertek nîşan da, diyar kir ku ji ber sûcên şer kirine rapor tên tewanbarkirin.

Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) ku navenda wê li Amedê ye, ji ber venêrên komaleyan ên li Midûriyeta Komaleyên Bajêr a Walîtiya Amedê û mufetîşên mulkiye yên ji aliyê Wezareta Karên Hundir hatiye wezîfedarkirin têkîldarî qeydên komaleyê û xebatên wan de lêkolîn dan destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku OHAL a ku her tim li bajarên Kurdan di meriyetê de bû vê carê bi biryarekê ve li seranserî welêt xistin praktîkê, got: “Li tevahî welêt berbelav bûye û yekemîn sepanîn li ser Komaleya me çêbûye. Yên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Gever û gelek bajarên Kurdan li dijî gel sûcê şer pêk anîne hatin girtin, ji ber komaleya me ev sûcên şer kirine rapor û serî li saziyên navneteweyî daye kirine mijara sûcdarkirinê.”

MHD’ê bal kişand ku yên 15’ê Tîrmehê hewl dan darbeyê bikin, li dijî gel çek bi kar anîn, saziyên dewletê û Meclîs bombe kirin, ew kesên ku li Roboskiyê û bajarên din ên Kurdan gel qetilkirine, di dawiya daxuyaniyê de got: “Em wek Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya li pey her raporên xwe û serlêdanên hiqûqî ne ku me li dijî sûcên şer ên li bajarên Kurdan nivîsandine. Wek rêxistinek hiqûqê ya têkoşîna mafên mirovan dimeşîne, ji niha û şûn de jî em dubare dikin ku li dijî her cure zorbetî, zihniyeta şer û nêzîkatiyên otokratîk ên li dijî gel sûcê şer dikin, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”