BI DÎMEN

'Ocalan dikare tarîtiyê ji ser Rojhilata Navîn rake'

Akademîsyen û Parlamenterê Lubnanî di axaftina xwe ya li konferansa li Silêmaniyeyê de xwest, tecrîd derhal bê rakirin û got, "Nêrînên Ocalan wê tarîtiyê ji ser Rojhilat Navîn rake."

Akademîsyen û Parlamenterê Lubnanî di axaftina xwe ya li konferansa li Silêmaniyeyê de xwest, tecrîd derhal bê rakirin û got, "Nêrînên Ocalan wê tarîtiyê ji ser Rojhilat Navîn rake."

Konferansa "Di çarçoveya nêrînên Ocalan de aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" a li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di roja sêyemîn de ye.

'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ, DENGÊ OCALAN BIGIHÎNIN HEMÛ CÎHANÊ'

Ji beşdarên konferansê, Hîndekara Zanîngeha Bexdayê Dr. Fereh Sabir di axaftina xwe ya li konferansê de destnîşan kir, ku meseleya Ocalan ne meseleyeke kesayetekî ye û got, "Pirsa Ocalan pirsa gelekî ye, pirsa azadî û dadweriyê ye."

Dr. Sabir ji hemû hêzên demokrasiyê xwest, bi pêngavên siyasî û ragihandinê, dengê Ocalan bigihînin hemû cîhanê.

Dr. Sabir işaret bi girîngiya Ocalan dide azadiya jinê kir û got, "Rizgariya civakê di rizgariya jinê de dibîne. Nîşaneya vê yekê jî, Rojavayê Kurdistanê ye, ku di hemû waran de jin hene."

'EM BI HÊVÎ NE, WÊ NÊRÎNÊN OCALAN TARÎTIYÊ JI SER ROJHILATA NAVÎN RAKE'

Parlamenterê Lubnanê Dr. Mûhammed Nûrî jî diyar kir, Ocalan remzê hemû tevgerên azadîxwaz e û bal kişand ser têkoşîna Ocalan a ji bo mirovahiyê kir, ku sînoran nas nake.

Dr. Nûrî da zanîn, konferansa tê lidarxistin, dikare zextê li Tirkiyeyê bike, ku tecrîda li ser Ocalan rake û ev nirxandin kir:

"Bindestî li hemû cîhanê yek e. Ev yek xebata bindestan jî dike yek. Em bi hêvî ne, wê nêrînên Ocalan tarîtiyê ji ser gelên Rojhiata Navîn rake û ronahiyê bîne."